Paytexta tirs û şermê Reqa êdî azad e

Reqa, heta Çileya 2014'an ku DAIŞ'ê dagir kir, ji bilî welatiyên Sûriyeyê kesî pê nizanî bû. Reqa bi hovîtiya ku lê qewimî, di nava çend salan de ket rojeva tevahiya cîhanê.

DAIŞ'ê Reqa kir paytexta tirs û şermê. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî li dijî dilê DAIŞ'ê dest bi operasyonê kir û derba mirinê li vê tirs û hovîtiyê xist.

Rizgarkirina Reqayê bi Pêngava Xezeba Firatê pêk hat, ku 5'ê Mijdara 2016'an de dest pê kir û qonaxa dawî jî di 17'ê Midjara 2017'an de qediya.

Reqa li ku ye, rewşa xwe ya çandî civakî çawa ye, dema di destê cîhadperestên selefî yên hov de bû çi bi serê wê ve hat? Em ê hewl bidin bersivê bidin van pirsan.

ERDNÎGARIYA REQAYÊ Û DEMOGRAFIYA WÊ YA BERIYA ŞERÊ NAVXWEYÎ

Reqa ji aliyê rojhilat ve bi 160 kîlometeyan dûrî Helebê. Li başûrê Girê Spî, li rojavayê Hesekê û li bakurê rojava yê Dêra Zor e. Di dema rejîma Baasê de bajarê Girê Spî û hin gundên Kobanê bi ser Reqayê ve bûn.

Beriya şer, di nava 14 bajarên Sûriyeyê de ji aliyê nifûsê ve 6. bajarê herî mezin bû. Nifûsa xwe bi qasî 220 hezar bû. Tevî ku piraniya nifûsa wê Erebên Sûnî bû, 20 hezar Kurd û 10 ji sedî jî Ermenî lê dijiyan.

BERIYA NÛSRA Û DAIŞ'Ê REWŞA CIVAKÎ Û ABORÎ

Şêweyê jiyana eşîrî li reqayê serdest bû û vê yekê heta dema Nûsra û DAIŞ'ê dewam kir. Nifûsa bajêr ji eşîrên El-Cês, El-Bo-Seraya, El-Sexane, El-Bo-Esaf, El-Bo-Hemîd, El-Amir Bo-Şeiyan, Evdalê, El-Mûsa El-Zahir, El-Xanim El-Zahir, El-Kewatî, El-Birêc, El-Xûl, El-Cemase, El-Becrî El-Kerame, El-Şiêb û El-Kiwêdir pêk tê.

Gelê Reqayê ku bi giranî ji Erebên Sûnî pêk tê, tevî ku ji ber rewşa xwe ya eşîrî û baweriyê zêde serbest nîne jî, ne civakeke bi temamî girtî bû.

Di dema rejîmê de zanîngeheke taybet, dibistanên baş ên dewletê û gelek kafeteryayên ku jin û mêr lê bi hev re rûdiniştin, hebûn. Jin û mêr bi şev dikarîbûn bi kev re li parkan bigerin, biçin restorantan.

Beriya ku bajar bikeve kontrola cîhadperestan, di xwepêşandanên dijî rejîma Esad de jin jî hebûn.

Beşeke mezin a debarê bi cotkarî, sewalkarî û karmendiyê bû. Piştî ku Bendava Firatê û Bendava Tebqayê ketin meriyetê, erdê Reqayê hê berhemendar bû aboriya wê zindî bû.

GIRÎNGIYA STRATEJÎK A REQAYÊ

Reqa cihekî girîng e, ku gelke bajarên Sûriyeyê bi hev ve girê dide. Wekî din ji aliyê enerjî û avê ve, ji ber hebûna Bendava Tebqayê (Bendava Firatê) gelekî girîng e. Bi vê bendavê re pêdiviya Reqa û Helebê ya bi avê dikare çareserkirin. Her wiha yek ji girîngtirîn bendavên Sûriyeyê, Bendava Azadî jî li Reqayê ye.

Reqa her wiha il ser rêya Iraqê ye. Lewma hêzên DAIŞ'ê yên li Iraq û Sûriyeyê bi saya vê derê bi hêsanî tevdigeriyan. Êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê bi hêzên ji Reqa û Minbicê şandî dihate kirin.

Girîngiya stratejîk a Reqayê ji bo Kurdan û gelan, piştî ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hate dagirkirin dest pê kir. Ji Reqayê ku li rojavayê Kobanê, Sirîn, Minbic û Kantona Cizîrê ye, gelek êrîş li dijî Rojava hatin kirin.

REWŞA REQAYÊ YA BI ŞERÊ NAVXWEYÎ YÊ SÛRIYEYÊ RE

Sala 2011'an dema ku şoreşa Sûriyeyê dest pê kir, gelê Reqayê jî bi jin û mêran bi qîrîna dirûşmên azadî û demokrasiyê tevlî serhildanê bû. Ev serhildan di demeke kin de ji aliyê rejîmê ve hate tepisandin. Sala 2012'an Reqa bêdeng bû. Rejîmê ji ber rastiya eşîrên dostên xwe, li vê herêmê xwe ewle didît.

Tê gotin, wê wextê nîv mîlyon mirovên ji rojavayê Bakurê Sûriyeyê ji ber şer koç kirin, berê xwe dan Reqayê ku wê wextê bêdeng bû.

Lê belê, di dawiya sala 2012'an û destpêka sala 2013'an de, piştî ku rejîma Baas qels bû, hêza Devlî Îslamiye destpêka Ahrar Şam, Cephet El Nûsra, DAIŞ'ê bû û bi Nûsra re tevdigeriya, dest bi êrîşê kir. Di 5'ê Adara 2013'an de Reqa bi temamî ji destê rejîmê hate derxistin. Û kete destê Ahrar Şam û Cephet El Nûsra ku îro li hemberî hev şer dikin.

RÊXISTINA PARASTINA KURDAN A REQAYÊ, CEPHET EL EKRAD BÛ

Bi destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê re, piştî ku komên çete bi destê Tirkiyeyê zêde bû, Kurdan jî dest bi birêxistinkirina hêzên xwe yên parastinê kirin.

Li qada civakî jî hin kar hatin kirin. Di vê çarçoveyê de Meclîsa Rûspiyan, Meclîsa Têkiliyên Dîplomatîk, Meclîsa Gel, Konseya Bilind a Kurd û Yekîtiya Siyasî, dest bi karê rêxistinbûna civakî kir.

Di Tîrmeha 2012'an de li Rojava YPG hate damezrandin. Di destpêka sala 2013'an de Kurdan li cihên ku piraniya şêniyên wan Ereb in, Cephet El Ekrad weke tabûrekê ava kirin. Cephet El Ekrad di destpêkê de li Çobanbey a Şehbayê hate avakirin û di demeke kin de li Heleb, Til Ebyad û Reqayê deng veda. Hejmara xwe gihîşt 40 tûgayê. Wê wextê, bi sedan ciwanên Kurd berê xwe dan nava refên Cephet El Ekrad. Her wiha ciwanên Ereb ên ji Reqayê jî tevlî Cephet El Ekrad bûn.

CEPHET EL NÛSRA Û AHRAR ŞAM ÊRÎŞÎ KURDAN KIRIN

Cephet El Ekrad, ku weke hêza artêşa azad ava bû, cihê xwe di nava Konseya Leşkerî ya Helebê de girt. Lê belê di demeke kin de Cephet El Nûsra, Ahrar Şam, DAIŞ, Lîwa Tevhîd jî di nav de 21 rêxistinan, bi fermana îstîxbarata Tirk belavokeke weşandin û li dijî Til Ebyad, Til Eran, Reqa, Heleb û Şehbayê dest bi êrîşa topyekûn kirin.

Pêla destpêkê ya êrîşê di Tîrmehê de li dijî Til Ebyad û Reqayê pêk hat. Ahrar ul Şam û Cephet El Nûsra, ku bi desteka Tirkiyeyê gelek çek bi dest xistin, pêşengî ji van êrîşan re kirin.

Mîna li herêmên din, li Reqayê jî ne tenê Cephet El Ekrad her wiha hemû Kurd bûn hedefa êrîşan. Beşeke mezin a Kurdan, di vê demê de ji Reqayê koçî Kobanê û Minbicê kirin.

Yekane armanca rêxistinên selefî yên cîhadî mîna Cephet El Nûsra û Ahrar Şam, dijberiya Kurdan bû. Civaka Xiristiyan jî ku 10 ji sedî yê gelê bajêr bû, bû hedefa cîhadperestan. Di vê demê de nifûsa Xiristiyan a bajêr bi giranî bajar terikand.

REQA DI ÇILEYA 2014'AN DE JI ALIYÊ DAIŞ'Ê VE HATE DAGIRKIRIN

DAIŞ ku berê bi Cephet El Nûsra re tevdigeriyan, piştî ku Reqa hate bidestxistin, di Nîsana 2013'an de ji Nûsra veqetiya.

Nûsra û Ahrar Şam ji bo kontrolkirina bajêr li dijî rejîmê şer dikirin. DAIŞ'ê jî xwe ji vî şerî vedigirt û hewl dida rêveberiya bajêr kontrol bike. Bajarê ku çend caran dest guherand, 14'ê Çileya 2014'an bi temamî kete destê DAIŞ'ê. Piştî ku DAIŞ'ê li Iraqê hin herêm kontrol kir, Xîlafet ragihand û Reqa jî weke paytexta xîlafetê îlan kir.

Piştî ku DAIŞ'ê bajar dagir kir, nifûsa mayî ya Kurdan û Xiristiyanan koç kir.

RÊVEBERIYA HOVANE YA LI REQAYÊ

Piştî ku DAIŞ'ê Reqa kontrol kir, ne tenê Kurdan zext li Xiristiyanan û gelek eşîrên Ereb ên mûxalîf jî hate kirin.

Li naverastê, li pêş çavên civakê serê serok eşîran hate jêkirin û bi vî rengî hewl hate dayin ku çavên gel bên tirsandin.

DAIŞ'ê rewşa rêveberî, civakî û hiqûqî ya bajêr bi temamî guherand. Qanûnên şerî îlan kir û dadgehên şerîatê ava kir.

Jin, ji serî heta ling hatin girtin û li jinan hate qedexekirin ku eger li gel wan zarokekî mêr tine be, nikarin derkevin derve. Kişandina cixareyê, xwendina li dibistanê hatin qedexekirin û li ser mêran weke şert hate ferzkirin ku riya xwe berdin.

Yên ku pîvanên DAIŞ'ê bin pê dikirin, bi lêdana qemçî, xistina hucreyê û serjêkirinê hatin cezakirin. Van cezayên giran kirin, ku gelê Rqayê nikaribe li ber xwe bide.

BÛ PAYTEXTA ŞERMÊ

Reqa bû paytexta kadroyên rêveber û cîhadperest ên DAIŞ'ê. Piştî ku Xîlafet hate ragihandin, bi navê 'hîcret'ê bang li Misilmanan hate kirin ku berê xwe bidin axa dewleta Îslamê ya Iraq û Şamê. Bi taybetî gelek kesên ji derveyî Sûriye û Ewropayê qaşo ji bo 'hîcret'ê hatin, li Reqayê bi cih bûn.

Li gel vê yekê, Reqa ji bo esîrên şer ên ji cihên cuda yên Sûriyeyê hatin girtin, veguherî zindanê.

Bi hezaran jinên Êzidî yên di Qirkirina Şengalê ya Tebaxa 2014'an de dîl hatin girtin, piraniya wan anîn Reqayê û mîna koleyan li bazarên Reqayê firotin. Zarokên Êzidî jî ji malbatên xwe hatin qutkirin û weke cîhadperestan hatin perwerdekirin. Zarokên keç ên emrê wan dibûn 10 salî dihatin firotin ya jî bi cîhadîstan dihatin zewicandin.

Her wiha jinên ku li gorî pîvanên DAIŞ'ê tevnedigeriyan bi destê jinan dihatin cezakirin. Yanî bi destê jinan jin dihatin kolekirin. Tabûrên Hansa ku hêza asayîşê ya ji çeteyên biyanî pêk dihat, yekemcar li Reqayê bi cih hate anîn.

Wê dewam bike...