Paylan giliyê Ozdag kir ku bi mirinê gef lê xwaribû

Parlementerê HDP’ê Garo Paylan, giliyê Umît Ozdag ê ku gefa mirinê li wî kiribû û parvekirinên nijadperestî parve kiribû, kir.

Parlementerê HDP’ê Garo Paylan giliyê Umît Ozdag ê ku gefa mirinê li wî kiribû û parvekirinên nijadperstî kiribû, kir.

Paylan ê ku derbarê giliyê kirî de daxuyanî dayî got: “Bangên tundiyê yên li dijî komên kêmnetew rê li ber sûcên kînê vedike. Divê gotinên nijadperestî û kînê bê ceza nemîne.”

Her wiha Paylan diyar kir ku helwesta desthilatê ya ku li dijî fikrên wan û hewlesta dijminane ya nîşanî hejarên cuda dide teşwîqî van suda dike û divê bi şêweyek lezgîn bikeve lêpirsînê.

Paylan herî dawî destnîşan kir ku Parlementerê Stenbolê Umît Ozdag di parvekirin xwe ya Twîtterê de, di kesayeta wî de heqaret li Ermenan kiriye û bi vekirî gefa mirinê xwariye.