Partiyên siyasî: Em bibiryar in ku berpirsiyariya civakî pêk bînin

Di daxuyaniya ku ji aliyê HDP, EMEP, EHP, Halkevlerî, SMF, TÎP, TOP û TKP'ê ve hat dayîn de, têkoşîna hevpar hat destnîşankirin û hat gotin: "Em bibiryar in ku berpirsiyariya dikeve ser milê me pêk bînin."

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî yên Tirkiyeyê wekî guloka berfê mezin dibin. Polîtîkayên kedxwarî, talan û cihêkariyê yên îqtidarê dibin sedema xizanbûna hemû gelan û talankirina xwezayê. Xelasiya ji vê yekê zeximkirina hêviyê û yekîtiyeke xurt e. Ev yek dikare pêşî li ber rejîma çewisîner bigire û pêşî li ber guherîn û veguherîneke demokratîk veke. Lewma em wisa bawer dikin ku hêzên demokratîk, çep, sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyeyê divê li dor têkoşîneke berfireh kom bibin.

Di vê çarçoveyê de, em partiyên siyasî yên li jêr îmzeya wan hene piştî bangawaziya HDP'ê ya 18'ê Çileya 2022'yan li hev kom bûn. Em biryarên vê civînê bi raya giştî re parve dikin:

* Me biryar girt ku em têkoşîna hevpar bidomînin, zemînên têkoşînê zêde û xurt bikin,

 * Mijarên têkoşîna hevpar diyar bikin û wan pêk bînin,

 * Me biryar girt ku em qîma xwe bi beşdarbûna heyî neynin, berevajî wê divê têkoşîna hevpar berfirehtir û zeximtir bikin û hemû hêzên çepgir, sosyalîst û şoreşger daxilî nav bikin.

 * Em ê bi tevahiya bindest, mexdûr, kedkar, jin, ciwan û hawirdorparêzan ên Tirkiyeyê re rê û rêbazên welatîbûnek li ser asasên demokrasî û wekheviyê û têkoşîna hevpar nîqaş bikin. Em hêzên demokratîk, çepgir, sosyalîst û şoreşger bibiryar in ku berpirsiyariya civakî ya dikeve ser milê me pêk bînin.

Bi piştevanî, têkoşîn û hêviyê..."