Partiyên Kurdistanî bi lîsteyekê tevlî hilbijartinê dibin

Hevserokê Lîsteya Tifaqên Kurdistanî Abdurehman Mistefa ragihand ku wê bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinên li Iraqê bibin û got, bi vî rengî wê bi ser bikevin.

Li Iraqê karê ji bo hilbijartinê didome. Kurdistanî jî xwe amade dikin ku bi lîsteyekê tevlî hilbijartinê bibin. Hevserokê lîsteya tifaqên Kurdistanî Abdurehman Mistefa der barê hilbijartinê de ji ANF'ê re axivî. Mistefa anî ziman ku di lîsteya tifaqên Kurdistanî de 32 partî û sazî hene û got, "Ji bilî partiyên Kurdan partiyeke Ereb û çar partiyên Tirkmen jî hene. Heta niha karekî me yê serketî heye."

Di civînên me de yên bi partiyan re pirsgirêkek rû neda. Divê 32 partî û saziyên ku di lîsteyê de hene xwe venekişînin. Ev yek wê ji bo gelê Kurd bibe bingeha serketin û destketiyan. Ji ber ku partiyên Kurdistanî niha di nava lîsteyekê de ne, betalkirina dengan ku di hilbijartinên beriya niha de pêk hat wê di vê hilbijartinê de pêk neyê."

'EM Ê DI VÊ HILBIJARTINÊ DE BI SER BIKEVIN'

Mistefa bi bîr xist ku partiyên Kurdistanî di hilbijartinên derbasbûyî de ji hev belav bûn û got, "Di hilbijartinên berê de her partî bi lîsteyeke cuda tevlî dibûn. Ji ber ku partî ji hev belav bûn gelek dengên Kurdan betal dibûn. Lê belê niha partiyên Kurdistanî bi lîsteyek û yekrêziyê tevlî hilbijartinê dibe, lewma deng wê di vê hilbijartinê de betal nebe. Ev yek jî wê ji bo gelê me serketineke mezin be. Em ê vê carê piraniya kursiyên li meclîsê bajaran werbigirin û bi vî rengî hîn bêhtir xizmetê ji gel re bikin."