Partiyên Kurd dagirkeriya li Xakurkê şermezar kirin

Partiyên Kurd êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk ên li Xakurkê şermezar kirin û diyar kirin ku polîtîkayên leşkerî yên dewletê wê bi ser nekevin.

Tevgera Azadî, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Komeleya Kurd a Demokratîk a Şoreşger (DDKD), Partiya Azadî û Mirov, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Platforma Demokratên Kurd-Bakur (PDK-Bakur) û Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de bi HDP'ê re tifaq kirin, der barê dagirkeriya artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşandin û êrîş şermezar kirin.

Di daxuyaniyê êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk beriya niha bi navê 'Çelîk-Çekîç-Şafak-Guneş-Mertala Firatê' kir bi ser neketin û hate destnîşankirin ku hewldana bi navê 'Pençe' jî ji bilî girankirina pirsgirêkan li hundir û derve wê çareseriyê neafirîne.

Partiyên Kurd diyar kirin, bêyî Kurdan êdî li herêmê siyaset nameşe û ragihandin, "Li Başûrê Kurdistanê dewleta federal ava bûye. li Rojavayê Kurdistanê sîstemeke federal li ber avabûnê ye. Wê demê xuya ye ku siyaseta bi rêbaza leşkerî çareseriyê neafirîne."

Di daxuyaniyê de hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin kirin hatin bibîrxistin.

Partiyên Kurd diyar kirin, "Di demekê de ku pêvajoya aştî-çareseriyê ya nû tê nîqaşkirin de destpêkirina hewldaneke leşkerî nîşan dide ku Tirkiye çareseriyê ne di siyasetê de hîn jî di şer de dibîne."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Armanca hewldana li Xakurkê ne tenê Qendîl e. Dixwaze têkiliya navbera parçeyên din ên Kurdistanê bi taybetî başûr û başûr rojava bibirin; ji ber polîtîkayên der barê Kurdistanê peyamê bidin DYE'yê û li Sûriyeyê destê xwe xurt bikin. Eger li xeta Xakurkê-Qendîlê encamê werbigire wê li başûr rojavayê Kurdistanê jî planeke leşkerî ya 'Rojhilatê Firatê' pêk bîne.Tirkiye bi pratîka xwe zane ku ti ji van armancan pêk nayê, lê belê dema ku tengavc dibe ji bo destê xwe di pêvajoya çareseriyê de xurt bike, ya jî bi nêrîna 'eger bi şensê pêk were' careke din dikeve nava hewldanên leşkerî."

Di dawiya daxuyaniya partiyên Kurd de işaret bi çareseriyê hate kirin û hate gotin, "Çareserî ne şer e, çareserî bi naskirina başûr û başûr rojavayê Kurdistanê, bi têkiliya bi wan re ye. Çareserî ne lêkirina dîwarên beton li dora xwe ye. Çareserî ew e ku bê zanîn; başûr û başûr rojavayê Kurdistanê deriyê Tirkiyeyê yê ber bi Rojhilata Navîn ve ye, lewma divê di çarçoveya dostanî û hurmetê de têkiliyên siyasî û bazirganiyê pê re bê kirin. Çareserî dûrî tundiyê bi rêbaza demokratîk û aştiyane bi partiyên Kurd û kadroyên wê yên siyasî vegera li dora maseya çareseriyê ye."