Partiya Çep a Kesk û HDP wê Danezana Hilbijartinê eşkere bikin

Partiya Çep a Kesk û HDP di 30’ê Adarê de Danezana Hilbijartinê eşkere bikin. Di 2’ê Nîsanê de jî Danezana Hilbijartinê ya Jinan were eşkerekirin.

Partiya Çep a Kesk û Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) di 30’ê Adarê de Danezana Hilbijartinê eşkere bikim. Bi îmzeya Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar vexwendname ji partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rêxistinên kedê û her wiha ji kesayetên navdar re hat şandin.

Wê şahiya eşkerekirina danezanê ango destpêkirina xebata hilbijartinê li Enqereyê bê lidarxistin û wê bi Danezanê Hilbijartinê re dirûşm û strana hilbijartinê jî bê danasîn. 

Partiya Çep a Kesk û Meclisa Jinan a HDP’ê jî wê di 2’ê Nîsanê de Danezana Hilbijartinê ya Jinan eşkere bikin.