Partiya Çep a Kesk li Stenbolê dest bi kampanyaya hilbijartinan kir

Partiya Çep a Kesk, standa xwe ya pêşîn a hilbijartinan a li Stenbolê, li Qada Îskele ya Kadikoyê danî.

Partiya Çep a Kesk, kampanyaya xwe ya hilbijartinan bi danîna standê li Qada Îskele ya Kadikoyê dest pê kir. Stand bi tevlêbûna Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû hat danîn. Polîs ketin hewila astengkirina govendê. Gel, pêkanîna kêfî ya polîsan protesto kir.

Hevserokê Partiya Çep a Kesk Koray Turkay, banga ji bo erdkariya li ser sindoqan kir. Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû axavtinek kir. Pîroglû, bi bîr xist ku wê vê carê bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinan û got: ‘’Bi girtina partî, parlamenter û hevserokên me dibêjin qey wê ber li têkoşîna me bigirin. HDP, ne avahî ye, ne sindoq e, HDP, xelk bixwe ye, HDP, têkoşîn û vîna xelkê bixwe ye.’’

Pîroglû bersiva Erdogan ku ji bo îhmalkariya di erdhêjê de xwest ku xelk heqê xwe lê hela bike jî da û destnîşan kir ku ew heqê xwe helal nakin û wê hesab bixwazin û wiha got: ‘’We qesir û seltenet hilweşin û em ê bi ser bikevin.’’