Parlemetoya Ewropayê şewata li Dersimê şermezar kir

Komên siyasî yên li PE’yê, şewata daristanan a ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin şermezar kirin û daxwaz kir ku nerazîbûnên civakî raberî hikûmeta Tirkiye bê kirin.

Şewata daristanên li Dersim û cihên cuda yên Kurdistanê ku ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tên kirin, li Parlementoya Ewropayê (PE) bi sernavê ‘Şewatên daristanan ên li herêmên Kuran ên li Tirkiyeyê’ bû rojev.

Civîna çapemeniyê ya ji aliyê hevseroka Koma Keskan a Berê ya PE’yê Rebeca Harms, li ser navê Koma Yekîtiye Çep Mîgûel Ûrban Crespo û ji Koma Sosyalîst jî Costas Mavrîdes organîze kir, nûnerê HDK’ê yê Ewropayê Eyûp Durû jî weke qiseker tevlî bû. Dûrû wiha got: “Şewata ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a li herêmê ji nû ve destpê kir.TC dîsa dixwaze weke berê herêmên Kurdistanê tine bike. Şewata daristanan jî yek ji pêkanînê wê ne.Divê YE, PE û saziyên din ên Ewropayê li hemberî vê bêdeng nemînin.”

Mîgûel Ûrban Crespo jî şewata daristanan şermezar kir û diyar kir ku li bendê ne saziyên li PE û YE’yê nerzîbûnê xwe raber bikin. Crespo got: “Ji xwe mafên mirova binpê dikin. Mafê raye û derbinînê li bin lingan e. Em weke koma çep dev ji vê bernadin. Em ê partiyên din ên di bin sêwana PE’yê de cih digirin bikin ku bibin xwedî helwest. Koma Keskan di vê mijarê de hişyar e, lê raportorê PE’yê, Koma Sosyal ji bo hê baştir li ser vê mijarê aktîf bibin tişta ji destê me bê em ê bikin. “