Parlementoya Eyaleta Viyanayê hovîtiya li Helebceyê wekî ‘qirkirin’ qebûl kir

Parlementoya Eyaleta Viyanayê bi yekdengî hovîtiya li Helebceyê wekî ‘qirkirin’ qebûl kir.

Parlamentoya Eyaleta Viyanayê ya Awusturyayê, Komkujiya Helebceyê wek ‘qirkirin’ nas kir. Di rûniştina parlementoyê ya ku duh hat lidarxistin de, bi yekdengiya hemû parlementeran êrîşa bi gaza kîmyewî ya li ser Helebceyê wekî qirkirin hat qebûlkirin.

Pêşnûmeya hevpar a Partiya Keskan, Partiya Sosyal Demokrat a Awusturyayê (SPO), Awusturyaya Nû û Foruma Lîberal (NEOS) roja Pêncşema 23'ê Adara 2023'an di parlamentoyê de hat qebûlkirin.

Di daxuyaniya Parlamentoya Viyanayê ya li ser biryarê de, gotinên Parlamentera Kurd a Partiya Keskan Bêrîvan Aslan ku di wergirtina biryarê de xebateke mezin kir jî cih girtin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin di êrîşa bi gaza kîmyewî ya ku beriya 35 salan ji aliyê dîktatorê berê yê Iraqê Sedam Huseyîn ve hat kirin de 5 hezar Kurd hatin qetilkirin.

Parlamentera Partiya Keskan Berîvan Aslan jî li ser hesabê xwe yê twitterê biryara Parlamentoya Viyanayê ya Awusturyayê ya li ser Komkujiya Helebceyê ragihand.

Berîvan Aslan got: “Ji bo yekemîn car di dîroka siyasî ya Awusturyayê de komkujiya li ser kurdan wek ‘qirkirin’ hat naskirin. Îro kîmyabarana Helebceyê wek komkujiya li ser Kurdan bi dengê hemû partiyên Awusturyayê wekî qirkirin hate naskirin.”