Parlementerên HDP’ê: Em ê bibin dengê girtiyên nexweş

Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû û Dilşat Canbaz Kaya ji bo destgîrkirina dayikên girtiyan protesto bikin ber bi Şîşliyê ve meşiyan. Parlementeran diyar kirin ku wê bibin dengê girtiyên nexweş.

Dayikên girtiyan ên ku xwestin ji bo girtîgeh nebin malên mirinê, li pêşiya Edliyeya Çaglayanê daxuyanî dan. Dayik piştre hatin destgîrkirin. Parlementerên HDP’ê Mûsa Pîroglû û Dilşat Canbaz Kaya ji bo destgîrkirina dayikan protesto bike ji edliyeyê ber bi Qada Galatasarayê meşiyan. Pîroglû bertek nîşanî vê rewşê da. Ligel hemû astengiyan parlementeran daxuyanî dan û diyar kirin ew ê têkoşîna xwe ya ji bo girtiyên nexweş bidomînin.

Parlementera HDP’ê Dilşat Canbaz Kaya diyar kir ku ew ê her dem bibin dengê dayikan û got “Divê ev bêhiqûqtî ji holê were rakirin û hemû girtiyên nexweş werin berdan. Em ê li her derê bibin dengê girtiyên nexweş.”

Parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî diyar kir li pêşiya Edliyeyê her kes dikare daxuyaniyê bide lê dema ku dayikên girtiyan dixwazin daxuyaniyê bidin, bi hinceta ku qaymakam daxuyanî qedexe kiriye, dayik tên destgîrkirin. Pîroglû got “Em tu carî vî tiştî qebûl nakin û li her dera ku ji gel re qedexe ye, em ê dengê xwe bidin bilind bikin. Li ciha ku gel tê astengkirin em parlementer ji bo ku em vî dengî bigihînin her derê, çi ji destê me were, em ê bikin. Ji bo ku welat nebe dewleteke polîsan û desthilatdariya zilmê, em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”