Parlementerên HDP’ê di nobetê de ne: Li hemberî tecrîdê em hevgirtinê geş bikin

Parlementerên HDP’ê yên ku li hemberî tecrîdê di Nobeta Edaletê de ne, ji bo şikandina tecrîdê û polîtîkayên şer peyama geşkirina hevgirtinê dan.

Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê parlementerên HDP'ê li dijî tecrîda li ser Îmraliyê hatibû destpêkirin, di roja 13'an de didome. Parlamenter Kemal Bûlbûl, Serpîl Kemalbay Pekgoze, Huseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Mûrat Çepnî, Kemal Pekoz, Celadet Gaydalî û Nuran Îmîr tevlî nobedê bûn.

Serpîl Kemalbay li vir daxuyanî da û got “Em îro di roja 13’emîn a nobeda edaletê ya li dijî tecrîdê de ne. Em ji 21'ê Kanûnê û vir ve her roj nobeda edaletê li dar dixin.  Em dixwazin balê bikişînin ser feraseta rêveberiya li dijî demokrasiyê, ya li ser rêzdar Abdullah Ocalan di serî de tecrîda giran a li ser girtîgehê. Hilbijartin li pêşiya me heye, dema ku em ber bi hilbijartinên herî krîtîk ve diçin, bi rewşeke nediyar re rû bi rû ne. Sedema bingehîn a van tiştan gendelî, bêbextî, bêedaletî, zext û tundiya ku li gelên Tirkiyeyê tê ferzkirin. Bloka faşîst a AKP û MHP’ê ji bo desthilatdariya  xwe bidomînin zilma xwe berdewam dikin.

Kemalbay jinên ku hatine qetilkirin bi bîr anî got: “Îro 9’ê Çileyê yanî salvegera Komkujiya pêşîn a Parîsê ye. Di sala 2013’an de li Parîsê 3 siyasetmedarên jin hatin qetilkirin. Di vê komkujiyê de Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez jiyana xwe ji dest dan. Gelek delîl derketin holê ku tiliya MÎT’ê di vê komkujiyê de heye. Lê belê dewleta Fransayê ev dosya girt û li Tirkiyeyê jî derheqê vê dosyayê de tu lêpirsîn nehatin kirin. Her wiha di 5’ê Çileya sala 2016’an de siyasetmedarên jin ên kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar li Silopiyayê hatin qetilkirin. Sedema van komkujiyan jî îktîdarên siyasî ne yên siyasetmedarên jin û tevgera siyasî yên Kurd weke dijmin dibînin. Ev komkujî ji bo çavtirsandinê tên kirin û ji ewil jî jin hedef tên girtin. Bi vê yekê re dixwazin rola jinan a di veguherandina siyasetê de tune bikin. Her wiha nîşaneya tirsa wan e.” 

‘TÊKOŞÎNA JINAN RÊYA ME RONÎ DIKE’

Kemalbay, axaftina xwe wiha qedand: “Hem li cîhanê û hem jî li Kurdistanê jin dibin parçeyeke guherînê. Têkoşîna ku li Îranê bi Jîna Emînî dest pê kirî û dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ îro li tevahiya cîhanê belav bûye. Êdî ev dirûşm ne tenê dirûşma azadiyê ya Kurdan e, ev dirûşm bû dirûşmeya azadî û edaletê ya hemû jinan. Ev jî nîşan dide bê ka têkoşîna jinan çiqas gerdûnî bûye. 

Em îro li vê derê ne. Ji ber ku di bingeha hemû polîtîkayan de polîtîkayên şer û mêtingeriyê hene. Hem pergala kapîtalîst û hem jî ya emperyal dixwaze daxwazên gelan ên wekhevî, azadî, demokrasî û aştiyê bitepisîne, bêdeng û tecrîd bike. Yên ku di sala 2013’an di dema pêvajoya aştiyê de 3 siyasetmedarên jin qetil kirin, ji bo ku daxwazên hêzên demokrasiyê bêdeng bike van êrişan organîze dike. Ji bo ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, bi birêz Abdullah Ocalan re muzakereyên aştiyê bên destpêkirin û gavên pêwîst werin avêtin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Yek ji girîngtirîn parçeyên vê piştevaniyê jî jin in. Têkoşîna jinan rêya me ronî dike. Bila tecrîd û polîtîkayên şer bi dawî bikin û aştiyê pêk bînin.”