Parlementerên HDP’ê bi dowîzên Leyla Guven ketin Meclîsê

Parlementerên HDP’ê bi dowîzên Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye ketin Meclîsê.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan ev 91 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dowîzên ku wêneyên Leyla Guven li ser bûn, ketin Meclîsê.

Parlementerên HDP’ê duh ji bo balê bikêşin ser tenduristî û daxwazên Guven li Desteya Giştî ya Meclîsê çalakiya ‘Nobeda Aşitiyê’ ya rojekê li dar xistibûn. Parlementerên HDP’ê bi dowîzên Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye ketin Meclîsê.

Wekîlên HDP’ê ku di nava wan de Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî jî heye nivîsa “Bijî Leyla Guven” û dowîz danîn ser maseyên xwe.