Parlementerê Iraqî Basem Xaşan: Divê bersiva êrîşên dewleta Tirk were dayîn

Parlementerê Serbixwe yê Iraqî Basem Xaşan dewleta Tirk weke dewleteke çete bi nav kir û got “Divê hikûmeta federal û parlemento bersiva êrîşên Tirkiyeyê bidin.”

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Iraq û Herêma Kurdistanê gihîştiye asteke metirsîdar. Di nava mehekî de 14 welatî li herêmên cûda yên Başûrê Kurdistanê di encama êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan ku 3 ji wan zarok bûn. Her wiha gelek welatî jî ji Zaxoyê heya Germiyan û Şengalê birîndar bûn. Li ser van êrîşên metirsîdar ên dewleta Tirk ji eniya Iraqê nerazîbûn û bangên ciddî tên.

Nerazîbûneke tund jî ji parlementerê serbixwe yê Iraqê Basem Xaşan hat. Xaşan li ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û bangeke girîng li hikûmet û parlementoya Iraqê kir.

Basem Xaşan diyar kir, Tirkiye dewleteke çete ye û wiha nerazîbûn da nîşan: “Tirkiye, dewleteke çete ye, serweriya Iraqê û mafên wê yên avê binpê dike. Iraq gavên pêwîst li dijî van binpêkirinan neavêt û bêdeng ma, bi rêyên qanûnî û yan jî bi pêkanînên cuda ew hişyar nekir.”

Parlementerê Iraqê Basem Xaşan diyar kir yek ji pîvana NATO’yê ya piştgirîkirina welatên endam ew e ku divê serwerî û mafê welatên din binpê neke û wiha pêde çû:“Lê tevî vê yekê jî ji vê êrîşkariya Tirkiyeyê re bêdeng dimîne, êrîşên li dijî Iraqê ji nedîtî ve tê. Ev jî wê dike hevparê van êrîşên Tirkiye û berpirsyariya wendahiyên mirovî. Her wiha di ber êrîşkariya li dijî Iraqê û xisarên ji ber binpêkirina mafê avê çavkaniya xwe digirin de jî berpirsyar e.”

Xaşan diyar kir dewleta Tirk ji bêdengiya hikûmeta Iraqê cesaretê distîne û got: “Helwesta heyî jî bê bandor e û sînorên Bexdayê jî derbas nake.”

Basem Xaşan di beşa dawî ya peyama xwe de jî bangeke girîng li Hikûmeta Federal a Iraqê û parlementoyê kir û got: “Divê hikûmeta Iraqê û parlemento bersivan van êrîşan bidin. Êdî dema wê hatiye peyama hişyariyê yê cezakirina welatên NATO’yê were dayîn.”