Parêzvana jin û zarokan: Şef Theresa Kachîndamoto

Şefa Malavî Theresa Kachîndamoto ku bi sekna xwe ya li dijî êrîşên zayendî û rabûna li ber zewicandina zarokan tê naskirin, ji bo başkirina jiyana jinan her hewl dide.

Li her devera cîhanê pirsgirêkên jinan dişibin hev. Theresa Kachîndamoto ku li welatê Malavî yê Afrîkayê ji bo jin û zarokên keç têdikoşe, êdî li tevahiya cîhanê tê naskirin. Ew şefa kabîleyekê ye ku nifûsa xwe nêzî milyonekê ye. Sala 2003'an bi hilbijartinê bû reîsa kabîleyê.

Li kabîleya xwe reforma perwerdeyê pêk anî, li ber êrîşên zayendî û zewicandina zarokan rabû.

Sala 2016'an di 8. Xelatên Hrant Dînk ên Navneteweyî de şef Theresa Kachîndamoto hêjayî xelatê hate dîtin. Îsal jî tevlî merasîma xelatdayinê bû. Kachîdamoto ji ANF'ê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de işaret bi girîngiya perwerdeyê ji bo her kesî kir û got, "Ji aliyê perwerdeyê ve jin li paş mane, mêr li pêş in. Min dibistan qedand, dest bi kar kir û 27 sal in sekretera kolejekê me. Ez pê zanim, eger neçûbûma dibistanê min nikarîbû ev bikira."

Theresa Kachîndamoto qala serpêhatiya şefbûna xwe kir: "Dema ku ez weke şef hilbijartin, destpêkê min qebûl nekir. Min zanîbû ku li herêmê elektrîk nîne. Ez li wir ji dayik bûm. Min got, 'li herêmê elektrîk tune ye, ez ê çi bikim li wir?'. Min ji hevserê re got 'Nabe, ji bo karê xwe pêwîstiya min bi elektrîkê heye'. Zarokên min jî nexwest biçe. Piştre malbata qraliyetê hate mala min. Gotin, 'heta ku tu qebûl neke û venegere welatê xwe, em ê ji mala te dernekevin'.

Hevserê min got, 'Bi dîtina min êdî dem hatiye ku em biçin. Ev mirov sê car in tên û bang li te dikin. Em dest ji her tiştî berdin û biçin'. 27'ê Kanûna 2003'an em derbasî wir bûn. Serokê wê demê jî li wir bû. Normal, destpêkê mirov dibe otorîte, piştre dibe otorîteya kevneşop û dûre dikrae bibe otorîteyeke payebilind. Lê serok ji min re got, 'Na, na em te yekser dikin otorîteya payebilind'.

ZAROKÊN 13-14 SALÎ BÛBÛN DAYIK

Piştre li ser hin mijaran min dixwest bi malbata qraliyetê re biaxivim. Cihê lê dimam dûr bû. Dema ku çûm wê derê, min keçeke biçûk dît li qada futbolê dilîst. Dûre pitikekî dest bi girî kir û keçik reviya, ew pitik xist hembêza xwe û şîr dayê. Ez matmayî mam. Çûm cem keçikê û min jê pirsî bê pitik ê wê ye yan na. Got 'belê pitikê min e'. Ji min re got ku ew hefteya bê dibe 13 salî. Piştre min bang li bavê pitik kir. Wî jî got, hefteya bê dibe 14 salî. Ez gelekî pê êşiyam.

Tişta destpêkê ku min ji malbata qraliyetê pirsî ev bû: We ji ber vê yekê ez weke şef hilbijartin? Ji bo ez bêm vê derê û vê yekê bibînim? Gotin 'Erê, ji bo vê me te hilbijart. Em zanin ku te perwerde dîtiye. Tu niha şef e, tu yê çi bike ew biryara te ye. Tu çi dixwaze wê bike'. Min jî got, temam."

Kachîndamoto diyar kir ku piştî wê rojê, wê bang li hemû serokên gundan û jinan kir û got, "Tenê serokê du gundan jin bûn. Ji bo ji malbata qraliyetê re vebêjim, çi ji destê min hat min kir. Digotin, 'Di çanda we de jin bi kêrî tiştekî nayê. Vê ji bîr nekin'. Lê niha li herêma me nêzî 300 şefên jin hene.

Min bang li serokên hemû kom û gundan, wezîfedarên dewletê, oldar û midûrên polîsan ên li herêma xwe kir. Ez ji wan re axivîm. Gotin ku ti ji wan heta niha neçûne dibistanê. Min jî got, 'Ji îro û pê ve dixwazim hemû mirovên li herêma me perwerdekirî bin. Em ê ji ciwanên nûgihayî dest pê bikin. Bixwazin nexwazin jî her kes wê biçe dibistanê'. Min ji şefan jî xwest ku zarokên keç an jî xort, ên kêmî 18 salî divê neyên zewicandin û destûra vê yekê nekin."

HEWLDANA JI BO WEKHEVIYA JIN Û MÊR

Kachîndamoto anî ziman ku ew di heman demê de endama komîteya zayendparêzî ya civakî ye û got, "Ji bo li herêma me mêr li hevsera xwe nexe, gelekî hel didim. Her wiha gelekî hewl didim ku di dema ducaniyê de jin biçe nexweşxaneyê. Neçar in ku serdana xwe ya destpêkê tevî hevserê xwe bike. Ji ber ku di serdana destpêkê de testa HÎV jî tê kirin. Eger paqij be ji xwe pirsgirêk nîne. Eger pozîtîf be, hingî heman test li mêr jî tê kirin. Naxwe jin dema vedigere malê nîqaş dest pê dike."

DEMA KU JIN PÊŞENGIYÊ JI KAREKÎ RE BIKIN, WÎ KARÎ BI SER DIXÎNIN

Kachîndamoto işaret bi hunera rêveberiyê ya jinan jî kir û got, "Dikarim bêjim ku dema jinek di asta payebilind de wezîfedar be, karên gelekî baş û xweş dike û got, "Dema ku jinek dibe parlamenter, wezîr an jî serok, mirov zanin ku dema biçe cem wê jê re bibe alîkar. Mirovan êdî çavên xwe vekirine. Dibînin û diznain bê jin dikarin çi bikin. Jin wê tişta ji dest tê bikin û vê sîstemê sererast bikin."