Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li dozgeriyê dan.

Parêzerên Ocalan Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzer piştî 8 salan yekemcar 2'ê Gulanê karîbûn Ocalan bibînin. Piştre 22'ê Gulanê hevdîtin bi Ocalan re kiribûn.

Parêzeran ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve 810 caran serlêdan kiribûn û serlêdanên wan bi hincetên kêfî hatibûn redkirin.

Hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re piştî berxwedana grevên birçîbûnê ya bi mehan pêk hatibû.

Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn a Bûrsayê, qedexeya hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê 17'ê Nîsanê rakir.

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul jî 16'ê Gulanê daxuyanî da û ragihand ku biryara astengkirina hevdîtinê hatiye rakirin. Lê belê çalakgerên greva birçîbûnê û parêzeran xwestibûn biryar di pratîkê de bi cih were anîn.