Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin, Raziye Turgut, Rezan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica piştî 8 salan di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîranê û herî dawî di 7'ê Tebaxê de bi Ocalan re hevditin kirin.

Ji 7'ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Ocalan biçin hevdînê û bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanên hevdîtinên parêzaran nayê dayîn.