Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Parêzerên Doza Kobanê bang kirin ku bêne Sîncanê

Parêzerên Doza Kobanê beriya runiştina dozê daxuyanî dan û destnîşan kirin ku di şexsê siyasetmedarên HDP’yî û Kurd de “hiqûq û demokrasî” hedef tê girtin û ji bo piştevaniyê her kes vexwendin ku 20’ê îlonê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê bin.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Umît Dede yê ji Mafê Mirovan û Hiqê Berpirsiyar e û parêzerên dozê têkildarî rûniştina Doza Kobanê ya ku wê di 20’ê îlonê de li Kampûsa Girtîgeha Enqereyê were lidarxistin, li otelek Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek parêzer beşdarî civînê bûn.
 
Ewilî Cîgirên Hevserokên Giştî Umît Dede axivî û got ew ji bo “Doza Komployê” yanî doza Kobanê civiyan e û dixwazin raya giştî agahdar bikin. Dede destnîşan kir ku ev “doza komployî” siyasetmedarên HDP’yî û kurd dike armanc û got: “Ev doz êrişek li dijî serweriya hiqûq û demokrasiyê ye. Xwedî derketina li vê dozê tenê ne xwedîderketina siyasetmedarên Kurd û HDP’yî ne, wê bibe xwedî derketina serweriya hiqûqê û demokrasiya Tirkiyê. Em hemû aliyên demokratîk, rêxistinên hiqûqê, serokên baroyan û parêzeran vedixwînin Girtîgeha Sîncanê ku doz wê lê were dîtin.” 
 
Parêzerên dozê jî bal kişandin ser naveroka îdianameya siyasetmedar jê tên darizandin û biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku ji bo Hevserokê Giştî yê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş dabû. Parêzeran xwest ku demildest bila ev doz were betalkirin û hiqûq bi ser bikeve û tevahiya miwekîlên wan werin berdan. Parêzeran jî banga xwedî derketina dozê li her aliyî kirin.