Parêzerên Demîrtaş ji bo ‘hebsitiyê’ serlêdan kirin

Ji bo Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş serlêdana hebsitiyê hate kirin. Eger daxwaza Demîrtaş were qebûlkirin tê payîn ku were berdan.

Di danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di 2’ê îlonê de li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê pêk hatibû. Di danişînê de biryara berdana Demîrtaş hatibû dayîn. Serdozgeriya Enqreyê îtîrazî biryara berdanê kiribû. Lê 20’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê serlêdana îtîraza dozger red kir.

EGER WERE QEBÛLKIRIN WÊ WERE BERDAN

Diyar bû piştî redkirina îtîrazê duh êvarê parêzerên Demîrtaş ji bo cezayê wî razaye were hesibandin (mahsup) serî li 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dan û xwestin cezayê 4 sal û 8 meh ê li Demîrtaş hatibû birîn were hesibandin.

Heke dadgeh serlêdanê qebûl bike tê payîn Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê were berdan.