Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parêzerên girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin, serlêdaneke nû kirin.

Parêzer Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Serlêdanên parêzeran bêbersiv têne hiştin.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan herî dawî di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlên xwe bibînin.

Rêberê Gelê Kurd 25'ê Adarê ya derbasbûyî bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî. Ev axaftin jî nîvco hate hiştin.