Parêzerê malbata Dedeogûllari giliyê rayedaran kir
Parêzerê malbata Dedeogûllari ya ku li Konyayê hate qetilkirin, giliyê rayedaran kir.
Parêzerê malbata Dedeogûllari ya ku li Konyayê hate qetilkirin, giliyê rayedaran kir.
Li navçeya Meram a Konyayê 30'ê Tîrmehê malbata Dedeogûllari hate qetilkirin. Parêzerê malbatê Abdûrrahman Karabûlût parvekirinek li ser lêpirsîna têkildarî komkujiyê kir û diyar kir ku wan giliyê dadger û dozgeran, midûriyeta emniyetê ya bajêr û polîsan kirine.
Abdûrrahman Karabûlût got,
Bi navê parêzerên ji koma parastina malbata Dedeogûllari ji bo cezakirina berpirsyaran em ê gilî û serlêdanên pêwîst timî bikin."