Parêzeran ji bo rojnamevanên dîl hatine girtin nobet girtin

Parêzerên Nobeda Edaletê vê heftê ji bo 16 rojnamevanên dîl hatin girtin, nobet girtin.

Nobeda Edaletê ya ku li Stenbolê ji aliyê parêzeran ve li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bi dirûşma "Em Gezî ne, Gezî nayê darizandin" dest pê kir, di hefteya 116'an de berdewam kir. Di Nobeda Edaletê de yê vê heftê de bal hat kişandin ser girtina 16 rojnamevanên kurd ên li Amedê.

Tevî parêzeran, Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), Cemiyeta Rojnamevanên Dîcle Firat (DFG), DÎSK Basîn-Îş, Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Musa Piroglû, Zuleyha Gulum û gelek rojnamevan beşdarî nobedê bûn. Di çalakiyê de pankarta "Ji bo her kesî edalet" hate vekirin û dirûşmên "Rojnamevanî ne sûc e, rûmet e ", "Ev hê destpêk e, têkoşîn berdewam e", "Çapemeniya azad wê nayê bêdengkirin", "Çapemeniya azad, welatê azad” hatin berzkirin. Di çalakiyê de wêneyên rojnamevanên girtî û pankartên "Em li ser şopa heqîqetê ne" û "Generalên biçûk Apê Mûsa li vir in" hatin vekirin.

‘DI VAN GIRTINAN DE HIQÛQ WEKE AMÛREKE TUNDIYA SIYASÎ HAT BIKARANÎN’

Parêzer Damla Atalay hempîşe û rojnamevanên girtî silav kir.

Parêzer Çîgdem Akbulut got, "Weke biryara Geziyê, di biryara 16'ê Hezîranê ya li Amedê ji bo girtina 16 rojnamevanên Kurd de jî em hiqûqê nabînin. Biryara girtinê parçeyek ji polîtîkaya fermî ya dewletê ya zext û çewisandinê ye. Di van girtinan de hiqûq weke amûreke tundiya siyasî hat bikaranîn. Divê em bibînin, fêhm bikin û ragihînin ku biryara Geziyê, girtina rojnamevanan û qanûna sansurê ji bo raya giştî tehdîd e. Em diyar dikin ku em ê bi hêviyên xwe yên bêdawî li dijî polîtîkayên mêtingeriyê têbikoşin.”

‘HEVGIRTINA HEVPAR XWEDÎ GIRÎNGIYEKE MEZIN E’

Piştre endama MKGP’ê Rojnamevan Nezahat Dogan axivî û wiha got:

"Piştî pêvajoya çareseriyê rojnamevan bûyerên li Sûr û Cizîrê eşkere kirin û ji bo ku tiştên nedîtî ji raya giştî re nîşan bidin, ketin rêza pêş. Di encamê de nûçeyên rojnamevanan wek sûc hatin dîtin. Ji bo ku zilma li ser Kurdan neyê dîtin çapemenî tê hedef girtin. Em hewl didin tiştên ku qewimîne li ber çavê her kesî nîşan bidin. Bêhiqûqiya ku îro li me hat, wê rojekê li we jî were. Hevgirtina hevpar xwedî girîngiyeke mezin e, em ê bi hev re riya xwe bidomînin. Pênîsên rojnamevan nayên şikandin, kamerayên wan nayên girtin."

'YA GIRÎNG LI VIR HEVGIRTIN E’

Endamê DFG'ê Rojnamevan Mehmet Aslan jî wiha got: "Çapemeniya azad bi zilmê re rû bi rû ye. Ya girîng li vir hevgirtin e. Dema rojnamevanên Kurd hatin girtin, rojnamevan ji Stenbol, Enqereyê çûn Amedê û li dijî bêhiqûqiyê bertek nîşan dan. Çalakiyên bi vî rengî ji bo wan gelek girîng in. Em soz didin ku mîrateya hevalên me yên girtî ji me re hiştine bidomînin."