Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê diyar kirin ew nikarin xeberê ji muwekîlên xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bistînin û serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Tirk dan.
Parêzeran bal kişandin ser vî tiştî ku muwekîlên wan ji alav û derfetên têkiliya bi derve hatine qutkirin û gotin “Astengkirina mekanîzmayên ku têkiliyê bi derve re datîne, li dijî mewzûata neteweyî û navneteweyî ye. Ev rewş tê wateya binpêkirina qedexeya mialemeya xerab. Derbarê tendirustiya wan, şertên girtîbûnê û bi kurtasî di warê hebûna wan a maddî û manewî de fikar çêdibin. Em rewş li dijî peymanên navneteweyî û li dijî norm û nirxên hiqûqa gerdûnî ye.”
Di serlêdana qala peywirên Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê hate kirin û ev tişt hate gotin “Komîsyon xwedî vê rayeyê ye ku agahiyan ji saziyên pêwendîdar bistîne, li van deran lêkolînê bike û gazî kesên peywendîdar bike û agahiyan ji wan bixwaze. Wekî ku peywira fermî û qanûnî ya komîsyonê ye divê komîsyon biçe Saziya Înfaza Cezayê ya Ewlekeriya Zêde ya Îmraliyê, di çarçoveya serdana malbat û parêzer a muwekîlên me yên ku 8 meh in agahî ji wan nayê stendin, temaseke fîzîkî pêk were, ji bo ku ev fikar û nezelaliya derbarê tendirustiyê ji holê rabin, divê hewldanên pêwist bike.”