Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin ku miwekîlê xwe bibînin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, Ibrahîm Bîlmez, Nevroz Uysal û Serbay Koklu ji bo ku miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê bi telefonê bi birayê xwe re kiribû û axaftina bi telefonê hatibû birîn.

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan herî dawî piştî bi 8 salan di navbeyna 2-22'yê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de miwekîlê xwe dîtibûn. Ji 7'ê Tebaxê û wir ve dewleta Tirk nahêle ku parêzerên Ocalan miwekîlê xwe bibînin.