Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdaneke nû kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rezan Sarica û Emran Emekçî ji bo karibin muwekîlê xwe Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hefteyê du caran serlêdanê li saziyên pêwendîdar dikin. Daxwaza hevdîtinê jî bi rêk û pêk bêbersiv tê hiştin.

Carna piştî bi mehan tê gotin ku hevdîtinê li muwekîlê wan hatiye qedexekirin û hincetek tê pêşkêşkirin.

Di 18'ê Tebaxa 2021'ê de Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê ji bo 3 mehan hevdîtina bi malbatê re li Abdullah Ocalan qedexe kiribû.

Tevî ku qedexeya li ser hevdîtina bi malbatê re bi teorîk di 18'ê Mijdara 2021'ê de qediya ye, serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.