Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdaneke nû kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serlêdaneke nû kirin.

Parêzer Nevroz Ûysal, Serbay Koklu, Îbrahîm Bîlmez û Mazlûm Dînç ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Înfazê ya Îmraliyê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji sala 1999'an û vir ve bi komployeke navneteweyî dîlgirtî ye, li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê hiştin.

Axaftina herî dawî ya bi Abdullah Ocalan re di 25'ê Adarê de bi rêya telefonê bi birayê wî re hatibû kirin. Ev axaftin jî nîvco hatibû hiştin.