Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdaneke nû kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin serlêdan kirin.

Parêzerên ku nêzî du sal in nikarin agahiyê ji Ocalan werbigirin, ji bo karibin hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji Rêberê Gelê Kurd 19 meh in agahî nayê wergirtin. Parêzer hefteyê du caran ji bo dîtina Ocalan serlêdanê dikin. Lê belê serlêdan bi rêk û pêk bêbersiv têne hiştin. Hin caran jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê li Rêberê Gelê Kurd hatiye birîn.

Herî dawî qedexeya hevdîtinê ya 13'ê Nîsanê birî bûn 18'ê Cotmehê bi dawî bû û piştre ev qedexe bi otomatîk ji bo şeş mehên din hatibû dirêjkirin.