Parêzer Ozgur Erol: Me serî li Neteweyên Yekbûyî dan

Dewleta Tirk wê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meha Îlonê bersivê bide Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Lê belê parêzer Erol dibêje, rêya yekane ev nîne û berî mehekê wan mijar xistin rojeva Neteweyên Yekbûyî.

Tê payin ku Tirkiye meha bê bersivê bide Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê. Baş e, di vê pêvajoyê de Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) çima careke din neçû giravê? Gelo yekane rê, pêvajoya li pêşiya Komîteya Wezîran e? Serî li rê û rêbazên cuda tê dayin?

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ozgur Erol pêvajoya biryarê ya Ocalan-2 a DMME'yê û gavên di vê çarçoveyê de avêtine ji ANF'ê re nirxand.

'EM HATIN DAWIYA PÊVAJOYÊ'

Parêzer Erol destpêkê li ser 'mafê hêviyê' axivî û têkildarî biryara hate dayin û pêvajoya wê biryarê wiha axivî: "Di biryara sala 2014'an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de, cezayê girtîgehê yê muebbetê, bêyî derfetên berdanê, bicihanîna wê heta mirinê weke kiryareke li dijî mirovahiyê pênase kiribû. Di vê çarçoveyê de hikum dabû ku ev yek binpêkirina xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye. Piştre jî li ser sê girtiyên siyasî yên bi heman rengî yên li Tirkiyeyê heman biryar dabû. Li Tirkiyeyê ji bo guhertina vê rewşê tiştek nehate kirin. Li gel vê yekê her wiha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji bicihanîna biryarên DMME'yê berprisyar e, pêvajoyeke kontrolkirinê neda destpêkirin. Lewma Desteya Wezîran par tenê carekê ev mesele xiste rojeva xwe. Salek dem da Tirkiyeyê ku karên xwe yên li ser vê meseleyê eşkere bike. Niha ev pêvajo bi dawî dibe."

'BERSIVA TIRKIYEYÊ DIYAR E'

Parêzer Ozgur Erol diyar kir ku bersiva Tirkiyeyê ya meha Îlonê bide kêm zêde tê texmînkirin û got, "Ji ber ku ti hewldan û sererastkirin nekiriye, têkildarî vê biryarê dikarin bibêjin 'me filan tişt kir, yan jî em dikin'. Dibe ku hin valahiyên din ên di qanûnan de; mînak rewşa nexweşiyê, sererastkirina înfazê jinûve dikare bê kontrolkirin mîna 'guhertinekê' nîşan bidin."

'NEÇÛNA CTP TERCÎHEKE'

Parêzer Ozgur Erol bi bîr xist ku CPT demeke dirêj e neçûye Îmraliyê û ji aliyê saziyên navneteweyî ve mijar bi vî rengî nirxand: "Hem Komîteya Wezîran hem jî DMME di dosyayên xwe de raporên CPT ji xwe re dikin referansa sereke. Ji ber vê yekê rapor û tespîtên CPT girîng in. Berê têkildarî Îmraliyê tespîtên girîng kiribû. Lê mixabin rewşa konjonktura navneteweyî ya heyî nîşan dide ku sazî û mekanîzmayên mafên mirovan ên ji sedsala 20'an mayî veguherîne krîzê. Gelo ev yek tenê tenê ji bo Kurdan bi vî rengî ye? Aliyên xwe yên cuda jî hene? Ev mijareke cuda ya nîqaşê ye, lê belê krîzek heye û bêguman ev yek bandorê li nêzîkatiya wan a li Kurdan û pirsgirêkên muxalefeta din a siyasî ya li Tirkiyeyê dike.

Bi taybetî CPT û DMME hewl didin ji rastiya ÎmraliYê birevin, xwe jê xilas bikin; wê nebîne, neşopîne û xwe nêzîkî wê neke. CPT dikare rapora xwe eşkere bike, lê belê tevî ku zane sê sal in, ji bilî hevdîtineke bi tenê ya malbatê ya sala 2021'ê ti danûstandin bi Îmraliyê re nîne û tevî ku baş bi vê yekê zanin, neçûn Îmraliyê. Ev yek tercîha wan bû. Ev nêzîkatî hemû tercîh e. Serdana herî dawî ne şaş bim sala 2019'an bû û wê demê piştî greva birçîbûnê û rojiya mirinê çend hevdîtinên bi parêzeran re hatin kirin."

Parêzer Ozgur Erol diyar kir ku bêguman CPT rêyeke bi bandor a hiqûqê ye, lê belê divê ew mekanîzmayên cuda yên navneteweyî jî bi kar bînin û got, "Ya sereke jî mekanîzmayên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî ye. Me dest bi serlêdana li van saziyan kirine. Em hîn di asta serlêdanê de ne. Hin kar, xebatên raporkirinê bi taybetî di nava vê sala dawî de hatin kirin. Lê belê me serlêdana fermî meha derbasbûyî kir. Lewma em ê encamên vê jî bişopînin."