Parêzer ji bo Rêberê Gelê Kurd bibînin serlêdan kirin

Perêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo muwekîlê xwe bibîne, serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, Newroz Uysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlum Dinç û Serbay Koklu ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 

Herî dawî birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25’ê Adarê Mehmet Ocalan bi rêya telefonê hevdîtin li gel birayê xwe re pêk anîbû, hevdîtin qût bûbû.

Ji parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi muwekîlên xwe re kiribûn.