Parêzer ji bo ku biçin Imraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekîlê xwe bibînin serlêdan kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku miwekilê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgeha Imraliyê kirin.

Ji bo girtiyên din ên li Imraliyê Omer Hayrî Konar, Hamilî Yildirim û Veysî Ateş jî eynî serlêdan hate kirin.

Serlêdan ji hêla parêzer Raziya Ozturk, Rêzan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Cengiz Yureklî ve hate kirin.