Parêzaran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serî li serdozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwelîlên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol, Rêzan Sarica û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe yên ku 15 meh in agahî ji wan nayê stendin, serlêdan kirin.

Serlêdan li Serdozgêriya Komarê ya Bûrsayê û li Midûriyeya Girtîgeha Îmraliyê hate kirin.

Parêzer, ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah hefteyê du caran serî li saziyên têkildar didin. Daxwaza wan ya hevdîtinê bi rengekî sîstematîk nayê qebûlkirin.

Carinan bi mehan bi şûnde bi hincetên cezayê dîsîplînê tê ragihandin ku hevdîtina miwekîlan hatiye qedexekirin.

Herî dawî Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê di 31’ê Gulanê 3 mehan cezayê hevdîtinê li Abdullah Ocalan û girtiyên din birîbû. Ev agahî di 26’ê Hezîranê de derket holê. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê nerazîbûn nîşanî biryara Serokatiya Desteya Dîsîplînê da û ragihandin ku ev yek ‘ne qanûnî’ ye.