Pakistanê piştgirî da greva Strasboûrgê: Em bi we re ne!

Parêzvanê mafê karkerên Pakistanê diparêz e Partiya Barabrî peyameke ya piştevaniyê ji bo berxwedêrên li Strasobûrê di grevê de ne re da.

Siyasetmedarê Pakistanî Tarîq Shahzad ê payemeke ya piştevaniyê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê li dijî tecrîda li ser Ocalan ev 95 roj in di grevê de ne re şand, anî ziman ku destekê didin daxwazên çalakvanan.

Sekreterê berê yê Patiya Wekhevî ya Pakîstan (Partiya Barabrî) û heman demê endamê Komîteya Karkerên Enternasyonalîst ê Pakistanê Shahzad ragihand ku li dijî polîtîkayên zextê û şidetê yên rejîma Erdogan li gel gelê Kurd cih digire.

Peyama Tarîq Shahzad a ji bo berxwedêrên Strasboûrgê wiha ye: “Em bi têkoşîn û berxwedana we re di nava piştevaniyê de ne, hemû daxwazên we destek dikim Ez Tarîq Shahzade; milîtanekî yê Komîteya Karkerên Enternasyonalîst ê Pakistanê me, sekreterê giştî yê berê Partiya Barabrî (Wekhevî) şideta rejîma Erdogan a li ser Kurdan şeremzar dikim. Li gel têkoşîna we me.”