Ozsoy: Heke muxalefet bibêje 'erê', wê berê kêrê bide xwe

Wekîlê HDP'ê Hişyar Ozsoy got AKP bi tezkereyê wê hewl bide siyaseta navxwe dizayn bike û got, ''Heke muxalefet bibêje erê, wê kêra ku lê bizîvire bi destê xwe bide Erdogan.''

Wekîlê HDP'ê û Hevberdevkê Komîsyona Karê Derve Hişyar Ozsoy têkilî tezkereya şer ku wê îro wê were meclîsa Tirk axivî.

Ozsoy diyar kir du hêlên vê gavê hene, ji hêla taktîkî ve AKP bi şer dixwaze desthilata xwe bidomîne û ji hêla stratejîk ve jî armanc ew e ku statûya li Rojava ji holê rake.

Oszsoy diyar kir AKP weke hilbijartinên berê niha jî dixwaze di nav mij û moranê de hilbijartin bibe,  AKP wê demê jî tim bi êrîşên li ser Rojava derdorên nîjatperest mobîlîze kir û ew tevlî nav hilbijêrên xwe kirin.

Ozsoy bi berdewamî diyar kir niha jî êrîşa li ser Rojava, rewşeke dagirkeriyê ji bo derdorên nîjatperest ên li Tirkiyê wê bikin zemîneke ku bi ser hev de werin, tevbigerin. Ozsoy got ya girîngtir armanca sereke ew e ku statûya Rojava were tinekirin, muxalefet jî piranî destekê dide desthilatê û dibe konsepteke dewletê.

Ozsoy bi berdewamî diyar kir partiyên siyasî yên li muxalefetê ji niha ve sinyalê didin ku wê ji tezkereya şer re bibêjin, erê. Ozsoy got, ''Ji ber vê ev ne tenê lîstika hilbijartinê ya Erdogan e, ku ev aliyê wê her dem heyee; ji aliyekî ve jî hedefa stratejîk a derdorên nîjatperest e ku niha serwerî Komara Tirkiyê ne û her wiha hedefa stratejîk ya mantiqê dijî Kurd e ku Rojava ji holê rakin, destkeftiyên Kurdan ên li wir pûç bikin. Lê ev hedefên taktîk û stratejîk bi konjonktûra heyî re ketine zik hev. Tezkereya ku wê li meclîsê were gotûbêjkirin tam jî wê zemîna vê êrîşê pêk bîne.''

Ozsoy li ser pira bê ka desthilat bi vê gavê re provakasyona li ser HDP'ê dike armanc yan na got, HDP ji hemû tezkereyên şer re dibêje na, niha jî wê bibêjin na û ev ê jî bi îhtîmalekê were bikaranîn.

Ozsoy got ,''Em li welatekî wiha dijîn, kesên ku dibêjin bila şer nebe, aştî hebe diin 'terorîst', ên ku dibêjin bila şer hebe, bila mirov bimirin, miemeleya lehegan bi wan tê kirin. Ji ber vê, helbet dikarin tezkereyê bikin zemîna provaksyona li ser HDP'ê.''

Ozasoy diyar kir li dijbariya li Kurdan ne tenê li nav desthilatê her wiha li nav muxalefetêjî têra xweş geş e.

Ozsoy her wiha got bi vê tezkereyê wê hewl bidin ku ne tenê li Sûriyê siyaseta navxwe jî dizayn bikin û got divê muxalefet nebe hevkarê vê.

Ozsoy bal kişande ser ku tezkere cara pêşî ye ku ji bo du salan tê û bi tezkereyên Sûriyê û Iraqê re dikin  yek û wiha domand: ''Rewşeke seyr heye. Erdogan sala 2023'an dibe ku nebe serok lê tezkereya ku bi giştî ji bo 1 salê ye, vê carê ji bo 2 salan e. Muxalefet heke bibe şîrîkê vê, ew ê wê rayeyê bide Erdogan ku 2 salan li Sûriyê şer derxîne, Erdogan dikare vê rayeyê ji bo siyaseta navxwe bi giştî dizany bike, kontrol bike. Her wiha dikare bibe zemîna êrîşeke giştî ya li ser Sûriyê û siyaseta navxwe ji serî de dizayn bike. Dikare nehêle hilbijartin bibe, her cure mayinê dikare li qada siyastê deyne.''

Ozsoy herî dawî got bêyî dengên muxalefetê jî tezkere dikare were derxistin lê ku muxalefet bibe şîrîkê vê wê çek, kozeke girîng bidin Erdogan. Wekîlê HDP'ê Hişyar Ozsoy herî dawî got, ''Wê rayeya şer bidin Erdogan û Erdogan vê rayeyê ji bo ku muxalefetê têk bibe bi kar bîne. Muxalefet wê kêra ku li wan bizîvîre bi destê xwe bide Erdogan.''