Ozdogan: Ji ber mudaxeleya siyasî biryara blokeyê hate dayîn

Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan derbarê blokekirina hesabê HDP’ê got “Bi mudaxeleyên siyasî ev pêvajo didome. Li Tirkiyeyê mewzûateke wisa tuneye ku ev biryar were dayîn.”

Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê têkildarî ku Dadgeha Makeqanûnê (AYM) hesabê alîkariya xezîneyê ya partiya wan bloke kir, li navenda giştî civîna çapemeniyê li dar xist.

Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê Nûray Ozdogan di civînê de axivî.  Ozdogan da zanîn ku biryara Dadgeha Makeqanûnê (AYM)  di 5’ê Çileyê de da wek deqek reş derbasî dîrokê bûye û Dadgeha Makeqanûnê di dema doza girtina HDP’ê de vê daxwaza blokekirina hesabê wan red kiribû. Ozdogan anî ziman ku Dadgeha Makeqanûnê biryara ku daye ji wan re neşandiye û ew jî bi rêya çapemeniyê hîn bûne.

Ozdogan diyar kir ku ev blokekirina hesabê alîkariya bo partiya wan parçeyek operasyon û êrişên li dijî HDP’ê ye û ev biryar di warê hiqûqê de tu derbasdariya wê nîne û biryar bi armancek siyasî hatiye dayîn. Ozdogan got: “Doza girtina derbarê HDP’ê de û pêvajoya pişt re li pêş ket, bi mudaxileyên siyasî tê birêvebirin. Biryar ji aliyê AKP-MHP’ê ve hatiye dayîn û ferman dane ku doz zû bi encam bibe. Tu eleqeya vê biryarê bi hiqûqê re nîne û helwestek neyartî nîşanî me didin. Em vê jî bêjin, Dadgeha Makeqanûnê jî bi vê biryara xwe bû şirîkê kampanya hilbijartinê ya faşîzma AKP-MHP’ê. Bi her awayî êriş û zextên li ser partiya me didomin. Em bi tu awayî vê biryarê nas nakin.”

Ozdogan destnîşan kir ku biryara Dadgeha Makeqanûnê siyasî ye û li Tirkiyeyê mewzûateke wisa tuneye ku ev biryar were dayîn.