Orman ê polîsan li wî da: Ne êrîşî min, êrîşî pîşeyê min kirin

Rojnamevan Emre Orman ê di bîranîna Pirsûsê de êrîşî wan hate kirin, diyar kir ku êrîş di şexsê wî de li ser pîşeyê wî hatiye kirin û got: “Heta DMME’yê ez ê biçim, dev ji vê bernadim.”

Di salvegera 6’an a 33 kesên li navçeya Pirsûs a Rihayê encama êrîşa bombeyî ya DAÎŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn de, xwestibûn li Kadikoy a Stenbolê bîranînek bê kirin. Polîsan êrîş bire ser bîranînê û gelke kes destgîrkirin. Di nava kesên hatin destgîrkirin de rojnamevan jî hebûn û dema destgîrkirinê jî li wan hatibûn dayîn.

Yek ji van rojnamevanan jî rojnamevan Emre Orman ku serbest kar dike. Orman 6 sal e nûçegihaniyê dike û gelek çalakiyên civakî şopandiye, berî niha jî ji ber parvekirinên li ser tevnên dijîtal derbarê wî doz hatiye vekirin û hatiye girtin.

Dîmenên ku polîs êrîş dibe ser Orman li ser tevnên civakî tê parvekirin. Ev dîmen ji aliyê rojnamevanek din ve tê kişandin û di dîmen de dixuyê ku bi dehan polîs dor li Orman girtiye û bi kulman li wî didin. Orman anî ziman ku di jiyana xwe de heta niha rastî êrîşeke wiha nehatiye û êrîşa li ser wî hate kirin, di şexsê wî de li ser pîşeyê wî hatiye. Orman serî li Wexfa Mafê Mirovan daye û rapora derbkirinê girtiye û wê gilî li polîsên ku li wî dane jî bike.

Orman ji ANF’ê re axivî û destnîşan kir ku her roja diçe li Tirkiye êrîşên li ser rojnamevanan  zêdetir bûne, di çend mehên dawî de asta êrîşan guherîye. Orman got: “Êrîşa li ser min, rewşa dawî ya li ser rojnamevanan nîşan dide, peyama hatî dayîn jî tam ev e. Ev êrîş û kulmên li min hate dayîn, heman demê tê wateya kulmên li hevalên min ên heman pîşeyî hatiye dayîn. Ez ê li ber  vê bêdeng nemînim.”

‘BI LÊDANA ME PEYAM DA MIROVÊN DERDOR’

Di rêza azadiya çapemeniyê de Tirkiye ji 182 welatan di rêza 157’an de ye. 114 rojnamevan girtî, 11 hezarî zêdetir jî bêkarin.

Orman bal kişand ser êrîşa li rojnmevan Bûlent Kiliç ê meha borî Meşa Rûmetê de ku destê xwe danibû ser stûyê wî ku mîna bûyera Floyd a li Emerîkayê bibîr xist û got: “Dema em îro dinêrin, emniyeta ku ji Bulent lêborîn xwest, li çalakiya Pirsûsê bû. Rast e rast ji aliyê midûrê emniyetê yê Kadikoyê ve hatim hedefnîşandan, bi hovane êrîş hate kirin. 6 sal in vî karî dikim, lê ji Geziyê û vir ve tiştek wiha bi serê min nehatibû. Darê ji erdê hildan li mirovan dan. Ev peyamek bû, peyamek bû her kesê dizanî. Peyama ‘wê zext hê zêdetir bibin, hûn in wê derkevin kolanan, ez hê zêdetir li nava mirovan li te bidim, ji bo yên li derdor jî bitirsin’ bû.”

‘ÊRÎŞÎ PÎŞEYÊ ME TÊ KIRIN’

Orman wiha domand: “Polîs lingê xwe didane ser stûyê me. Bi guleyên plastîk û mertalan bi ser me ve hatin, min dan ber kulman. Di wê baweriyê de me ku wê êrîş zêdetir bibin. Taybet rojnamevanên ku êrîşa li ser çalakvanan dikişînin tên dorpêçkirin. Tevî ku em nas dikin jî lê bi gotin; ‘hûn kî/ê ne’ li me dixin. Li kolanek teng bi dehan polîsî li min da, ez ji bo bûyerê bişopînim li wir bûm. Midûrê emniyetê yê li wir me ji hemû çalakiyan nas dike.”

Orman anî ziman ku dayikên ku li Pirsûsê zarokên xwe winda kiribûn, piştre li min geriyan û daxwazên xwe yên derbasbûnê pêşkêşî min kirin. Orman got: “Di nava gel de kar kirin, mirov bi hev ve dide girêdan. Dema li cem gel bin, guhdayîna pirsgirêkên wan kevneşopiya çapemeniya azad e.”

‘ÊRÎŞ NE LI SER MIN LI SER PÎŞEYÊ MIN E’

Orman destnîşan kir ku rojnamevan û çalakvanên ku êrîşî wan hate kirin, wê gilî bikin û diyar kir ku rapora derb bûnê girtine û wê biçin dadgehê. Orman wiha pêde çû: “Bi sendîkayan re bibin yek û em ê gilî bikin. Di dema êrîşê de me xwe gihand dîmenên ku rojnamevanekê kişandibû. Polîsên ku kulm danî, hejmara kaska serê wî diyar e. Polîsên ku bi vekirî êrîş kirine, dîmenên wan li ber destê me hene. Heta DMME’yê ez ê biçim. Dev jê bernadim. Ew êrîş dikin, ez ê jî bi rêyên hiqûqî mafê xwe biparêzim. Ji ber ku ev yek ne êrîşek li ser min li ser pîşeyê min e.”