Operasyona şervanên YBŞ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê didome

Operasyona şervanên YBŞ’ê û artêşa Iraqê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê didome.

Di 11’ê Hezîranê de bi şev saet di 00.00’an de çeteyên DAÎŞ’ê li gundê Hellûşê yê Medîbana Şengalê êrîşî şervanên YBŞ’ê kirin. YBŞ bersiv da vê êrîşê û şer heta saet 04.00’ê sibehê domiya. Çeteyên DAÎŞ’ê ji neçarî vegeriyan.

Çeteyên DAÎŞ’ê sibehê saet di 05.50’an de bi 4 çar wesayîtan dîsa xwest êrîş bikin û şervanên YBŞ’ê careke din ev êrîş pûç derxist.  Çeteyan careke din derbeke giran xwarin û wesayîta xwe ya bombebarkirî li herêmê hiştin. Şervanên YBŞ’ê piştre ev wesayît bi kontrol teqandine. Şervanên YBŞ’ê ji bo dîtina 3 wesayîtên din tevî hêzên leşkerî yên Iraqê li herêmê operasyon dane destpêkirin. Li gorî texmînan dibe ku ev wesayît bombe li wan hatine barkirin.

Hate diyarkirin ku li herêmên wekî Mûsûl, Baac, Tel Afer û derdora van deran çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kirine.