Omer Ocalan: Rojeva me azadiya Kurdistanê ye

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan diyar kir ku rojeva wan azadiya Kurdistanê ye û got, "Dîrok li bendê ye ku em bi rola xwe rabin."

Rêxistina Pirsûsê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo kongrya xwe ya 3'emîn a awarte civiya.

Berdevka partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay, parlamenterên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, Hevşaredarên Pirsûsê yên ku qeyûm danîn şûna wan Hatîce Çevîk û Abdullah Polat, endamên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û endamên partiyê tevlî kongreyê bûn.

Ebrû Gunay li kongreyê axivî û qurbaniyên komkujiya Pirsûsê ya sala 2014'an bi bîr anî. Ebrû Gunay got, "Cîhanê tevahiya Kobanê nas kir, lê belê em bi rola Pirsûsê zanin. Bû cihek ku piştevanî derkete pêş û sînor hatin bêwatekirin."

Gunay got, "Pirsûs bi rola xwe ya dîrokî rabû. Dema ku ev kir berdêl da. Yek ji van berdêlan jî bêguman 33 rêwiyên ber bi Kobanê ve bû. Em ê wan ti carî ji bîr nekin. Ew komkujî êrişa li ser fikrê HDP'ê bû û destpêka polîtîkaya şer bû."

Gunay destnîşan kir ku bersiva herî mezin a li polîtîkayê şer ên hikumeta Tirk "mezinkirina HDP'ê ye" û got, "Li dijî polîtîkayên şer me bi biryardarî xeta azadiyê parast û em ê her tim biparêzin."

Gunay bal kişand ser doza girtina HDP'ê û got, "Dixwazin partiya me bigirin, lê belê wê nikaribin ti carî fikrê HDP'ê bigirin. HDP wê li vê xakê çarenûsa aştî û biratiyê dewam bike. Bila gumana kesî ji vê tune be. Em ê teqez bi ser bikevin."

Gunay di mijara tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de got, "Polîtîkayên şer dewama tecrîda li Îmraliyê ye. Birêz Ocalan nûnerê aştiyê ye. Desthilatdariyê bi şer bersiv da îradeya ku digot 'Eger derfet hebin ez ê di hefteyekê de çareser bikim'. Kurdan bi gotina 'dem dema azadiyê ye' têkoşîn mezin kir û mezin dike. Me dît ku fikrê Birêz Ocalan çawa aştî aniye."

Gunay grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê bi bîr xist û got, "Daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ne daxwazên me ne. Em dixwazin ku tavilê bên bicihanîn."

Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan jî anî ziman ku Pirsûsê di tevahiya dîrokê de gelek berdêl daye û got, "Divê em xwedî li wan berdêlan derkevin. Rêberê vî gelî 22 sal in girtî tê hiştin. Hatiye tecrîdkirin. Zarokên vî gelî bi rojane di greva birçîbûnê de ne. Rojeva me ev e. Li vê navçeyê bavek û du kurên wan hate qetilkirin. Dayikek 181 roj in li ber edliyeyê li edaletê digire. Ji ber ku Kurd e edalet nîne. Armanca me mezin e. Rojeva me azadiya Kurdistanê ye, bi dawîkirina tecrîdê ye. Dîrok li bendê ye ku em bi vê rola xwe rabin."

Parlamenter Ayşe Surucu jî nerazîbûn nîşanî êrişên li ser Mexmûr û Şengalê da û li dijî van êrişan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî.

Di kongreyê de ji bo hevserokatiya navçeya Pirsûsê Yaşar Gunduz Alp û Emîne Kaya hatin hilbijartin.