Olûç: Tê xwestin ku Tirkiye tim bi Rewşa Awarte were rêvebirin

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç got tê xwestin Rewşa Awarte ya mayinde were avakirin û got, ‘’Dixwazin êdî Tirkiyê bi sîstema Rewşa Awarte rê ve bibin’’. Oluş her wiha bal kişande ser Kamîl Acar ê HDP’yî ku agahî jê nayê standin.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li navenda giştî ya partiya xwe derbarê rojevê axivî. Oluç, bi bibîranîna kesên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyna xwe ji dest dan dest bi axaftina xwe kir.

‘EM DIXWAZIN AQÛBETA ACAR ZANIBIN’

Olûç bal kişande ser rêveberê berê yê HDP’yî Kamîl Acar, ku ji duh ve agahî jê nayê standin û got, ‘’Em dîsa dixwazin bang li berpirsên îdarî yên herêmê bikin, em dixwazin aqûbeta Kamîl Acar hîn bibin, em dixwazin hîn bibin bê ka ji hêla kê ve hatiye revandin.’’

‘ÊDÎ DIXWAZIN BI SÎSTEMA REWŞA AWARTE RÊ VE BIBIN’

Olûç bal kişande ser guherînên piştî rewşa Awarte ku li Komîsyona Edaletê ya Meclîsê gotebêjên li ser dom dikin û got, ‘’Rewşa Awarte hatiye rakirin lê ya ku anîne û bi pêşnûmeya li Komîsyona Edaletê ya li Meclîsê nîqaş li ser tê kirin, dixwazin çi bikin divê ev jî were nîqaşkirin. Armanc ew e ku Rewşa Awarte domdar bikin. Tê xwestin ku êdî Tirkiye bi pergala Rewşa Awarte were rêvebirin. Tê xwestin ku Rewşa Awarte di rêziknameya niha de were bicihkiin. Bi pêşnûmeya niha rayeyên pir zêde didine waliyan. E rewş bi kêmanî dijî 3 xalên destûrê ye. Xalên 2, 5, 15 û 18 jî di nav de, dijî Peymana Mafê Mirovan, Peymana Venedîkê ye. Tekane kesê ku li qesrê rûdine bi waliyên 81 bajarî dixwaze bibe rayeyeyeke wiha ku li devera dixwaze Rewşa  Awarte pêk bîne.’’