Oluç: Têkiliya dewlet-mafyayê ji derdora şer geş dibe

Serekwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got, ''Têkiliya dewlet-mafyayê ji hawîrodara şer a li Kurdistanê geş dibe''.

Olûç diyar kir mexdûra herî zêde ya ji ber têkiliyên mafyayî Kurdistan û gelê Kurdistanê ye, bal kişande ser rêxistiniyên çete yên li Rojava. Olûç her wiha bang li muxalefeta civakî û siyasî kir, got, ''Encam neyê standin jî bi teqezî ji bo ku daraz, hiqûq û Meclîs tevbigere bang were kirin.''

Olûç  îşaret bi mikurhatinên sereketeyê Tirk Sedat Peker kir, Qezaya Sisûrlikê ya sala 1996'an bi bîr xist ku têkiliya dewlet-mafyayê pê aşkere bûbû û got, ''Ne rewşeke nû ye lê rewşeke girîng e. Ji ber ku careke dî têkiliyên siyasetê ya bi mafya an jî rêxistinên organîze yên sûc re derketiye holê.''

Olûç bi berdewamî diyar kir dema ku ew li şerê Rojav ê dema şerê navxwe yê Sûriyê binerin ev pir zelal tê dîtin, wan gelek caran gotine bazirganiya petrolê, ya çekan hatiye kirin û kê kiriye û got, ''Me partiya siyasî ya muxalîf bi dehan caran ev got lê niha kesekî ku di nav van têkiliyan de li xwe mikur tê. Ji ber vê mesele berbiçav bûye.''

Olûç her wiha got, ''Li Tirkiyê dewleta hiqûqê nîne. Serweriya hiqûqê nîne, daraz bi temamî ketiye dest desthilatê. Heke bi rêya hiqûqê bi ser de biçin jî di nav têkiliyên îro de ne pêkan e ku bi darazê encam were standin'' û wiha domand: ''Muxalefet divê bi wê rojê rabe ku têkiliyên gemarî yên desthilatê çawa rê li ber rizandinê, pişaftinê vekiriye. Her çendî encam neyê standin jî bi teqezî divê bang li daraz, hiqûq, meclîsê were kirin da ku tevbigerin.''

Olûç têkiliya mafya-dewletê li ser meseleya Kurd şîrove kir. Olûç diyar kir ji salên 90'î û wir ve tiştek neguheriye herî zêde Kurdistan û gelê Kurd bûy mexdûrê vê têkiliya gemarî ya dewlet-mafyayê  û got, ''Salên 90'î jî û niha jî em vê dibêjin; têkiliyên wan rasterast têkilî pirsa Kurd e. Bi nehiqûqiyên li cografyayê Kurdistanê re, bi binpêkirina mafe mirovan re, bi êrîşên ser gel, bi gavên bi hiqûqa dijminatiyê re rasterast têkiliya xwe heye. Gelê Kurd ne tenê mexdûrê vî îşî ye, her êrîşa li ser Kurdan, her hiqûqa dijminatiyê û derdora şer kir ku ev têkiliyên mafyatîk zêdetir nêzî desthilatê bibin.''

Olûç têkilî mijarê bal kişande ser rêxistiniyên çete yên li Sûiyê û got, ''Li Sûriyê dema şerê navxwe û çi qas rêxistiniyên çete yên mîna El- Nusra, Ahara uş Şam, HTŞ, DAÎŞ, El Qaîde û guhartoyên van hebin bi van re têkilî hatine danîn. Bazirganiya çek û madeyên hişbir danîne. Tiştên ku salên 90'î hatine jiyîn û niha têne jiyîn zilma li ser Kurdan destnîşan dike. Meseleya Kurd êdî ne meseleyeke tenê nav sînorên Tirkiyê ye, bûye meseleyeke cîhanî.''