Olûç: Tecrîda li Îmraliyê tecrîdkirina gelê Kurd e

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku AKP û saziyên wê yên darizandinê dibêjin ‘Heke tu Kurd û HDP’yî be, ji te re edalet tune’ û bal kişand ser vî tiştî ku tecrîda li Îmraliyê li dijî hemû Kurdan e.

Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye, îro bi dawî dibin. Di roja sêyemîn a greva birçîbûnê de li Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê bi beşdariya Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç û parlementerên HDP’ê Huda Kaya, Dilşat Canbaz, Alî Kenanoglû civîna çapemeniyê hate lidarxistin.

EW Ê NEXŞERÊ WERE DIYARKIRIN

Olûç di civînê de axivî û got ku, “A niha li Enqereyê civîna me ya Desteya Rêvebir a Navendî tê kirin. Piştî pêşniyazên civîna Desteya Rêveber a Navendî ew ê xetên têkoşîna me werin diyarkirin.”

Olûç berxwedana parlementera HDP’ê Leyla Guven silav kir û got ku, “Dadgeheke herêmî endameke meclîsê dîl digire.”

HEKE TU KURD BÎ EDALET TUNE

Berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku AKP û saziyên wê yên darizandinê dibêjin ‘Heke tu Kurd û HDP’yî be, ji te re edalet tune’. Olûç bal kişand ser girtina Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder û got ku, “Onder ji ber cezayekî neheq ketiye girtîgehê. Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demîrtaş jî cezayekî neheq lê hatibû birîn. Ligel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê jî Demîrtaş nehate berdan.”

‘DIVÊ NE BI TENÊ TÊKOŞÎNA HDP’Ê BE’

Olûç di axaftina xwe de qala van tiştan jî kir.

“Li ser vî esasî ez bang li hemû alîgirên aştî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dikim. Têkoşîna edalet, azadî û hiqûqê ne bi tenê ya HDP’ê ye. Heke îro li hemberî êrîşên li ser HDP’ê hûn bêdeng bin, nebêjin ku qey wê tu tişt neyê serê we.”

Olûç bal kişand ser tecrîda li Ocalan û got ku, “Divê Leyla Guven serbest were berdan. Divê tecrîda li ser Rêzdar Ocalan were bidawîkirin. Ev tecrîd ne bi tenê li ser Ocalan e. Ev tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd.”

Daxuyanî bi sloganên ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Jin, jiyan,azadî’ bi dawî bû.