Olûç: Me nîşan da ku bêyî HDP’ê û Kurd pêşeroj nabe

Serokparlementerê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç wiha got: “Di vê konreyê de ji kesên ku bêyî HDP’ê û Kurd pêşerojekê difikirin, endezyarên siyasetê û kesên ku hewl didin HDP’ê bigrin re peyamek gelek zelal hat dayîn.”

Hevberdevkê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç li Meclîsê derbarê rojevên heyî civîna çapemeniyê li dar xist.

Di serî de Olûç bal kişand ser hêjmarên TUÎK û ENAG’ê yên enflasyonê û wiha got: “Îro ji saet 10.00’an ve daneyên enflasyonê yên salane û mehane hatin parvekirin. TUÎK’ê daneyên qesrê parve kirin û li gorî daneyên wan enflasyona meha Hezîranê ji sedî 4.95 e. Enflasyona 6 mehên dawî weke 42,35 û ya salane jî weke ji sedî 78,62 diyar kir. Lê li gorî daneyên ENAG’ê jî enflasyonê ji sedî 175 derbas kiriye.

Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê (ÎTO) jî enflasyona salane weke ji sedî 94 aşkera kir. Ango hêjmarên TUÎK’ê hem ji yên ENAG’ê û hem jî ji yên ÎTO’yê pir cuda ne. Lê dema em li bihabûna heyî temaşe dikin, dibînin ku enflasyon ji sedî 79’ê pir zêdetir e.

Ji bo zema ku wê ji bo bi milyonan kedkarên cemaweriyê bihata kirin, operasyon pêk anîn. Bi hîleyên TUÎK’ê re ji her xanenişînekê hezar lîre û ji her kedkarê cemaweriyê jî 2 hezar lîre dizîn. Ango ji bo mûçeyên kedkar û xanenişînan kêm bidin ev operasyon hate kirin.”

Bi domdarî Olûç bal kişand ser 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê û ev tişt anî ziman: “Tevî şert û mercên zehmet ên Tirkiyeyê jî me duh kongreyeke pir girseyî lidar xist. HDP’ê di kongreyê de peyamên zelal dan. Ev peyam hem dan desthilatdariyê û hem jî dan muxalefetê. Ya destpêkê me got ku em li vê derê ne, em hene, em ê hebin û em bihêz in. Me got ku hûn dixwazin partiyeke gel bigirin û vaye gel bi xwe li vê derê ye. Ji kesên pêşerojeke bêyî HDP û Kurdan bo xwe hêvî dikin, ji endezyarên li ser maseyê siyasetê dikin û ji kesên li pey girtina HDP’ê peyameke vekirî hate dayîn û jê re hat gotin xwe vala vala newestînin. Peyamên hêvî û wêreketiyê hatin dayîn. HDP hêza çareseriyê ye. Got ku di serî de pirsgirêka Kurd, mifteya çareserkirina hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê û HDP’ê ye. Ev peyamên zelal hem ji desthilatdariyê û hem jî ji muxalefetê re hatin dayîn. Ji bo keda dayî em spasiya her kesî dikin.”