Olûç: Me daxwaza hevdîtinê ya AKP'ê qebûl nekir

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got, "Me daxwaza AKP'ê ya ji bo guhertina Destûra Bingehîn qebûl nekir."

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li meclîsê civîna çapemeniyê lidar xist.

Olûç diyar kir ku civîna wan a çapemeniyê tenê li ser rojeva bûyerên têkilldarî guhertina Destûra Bingehîn e û got, "Weke ku tê zanîn Tifaqa Cûhmûr pêşniyarek di vê der barê de pêşkêşî Meclîsê kir. Me di daxuyaniya xwe ya beriya niha de helwesta xwe eşkere kiribû. Me pîvana xwe destnîşan kiribû ku divê cihêkarî neyê kirin û bi rengekî wekhev nêzî hemû maf û azadiyan bê kirin. Di pêvajoyeke bi vî rengî de ku ewqasî maf têne desteserkirin, cihêkarî tê kirin û êrîşên giran li ser azadî û demokrasiyê tê kir, me gotibû ku pêşniyara tenê guhertina têkildarî sernixumandinê wê çareseriyê ji pirsgirêkên azadiyê yên li Tirkiyeyê re nîne.

Pirsgirêka me di vê mijarê de berê tune bû, niha jî tune ye. Ji sala 2015'an û vir ve wekîlên me li meclîsê hene ku serê xwe nixumandî ne. Lê belê di serî de Kurd, Elewî, bawerî û nasnameyên din li vî welatî bi rengekî wekhev nayê dîtin. Me got ku divê guhertineke giştî bê kirin ku bersivê bide daxwazên civakî hemûyan. Me diyar kir ku guhertina tenê ji bo nixumandinê û saziya malbatê, hewldaneke bloka desthilatdariyê ya ji bo hilbijartinê ye. Me ragihand ku ji bo ev cihêkarî neyê kirin divê di xala 10'an a Destûra Bingehîn de guhertin bê kirin. Lê belê bersiv ji pêşniyara me re nehate dayin.

Rêveberiya koma AKP'ê ji bo nirxandina pêşniyara guhertina destûra bingehîn ji bo roja Çarşemê daxwaza hevdîtinê li me kir. Me ev pêşniyar li nava rêveberiya koma xwe û rêveberiya partiya xwe nîqaş kir. Li gel desteyên erkdar ên partiya xwe û hevserokên xwe me nîqaş kir. Helwesta me bi vî rengî ye: Ji ber zexta giran a Tifaqa Cûmhûr a li ser dadgeriyê ku doza girtinê li hemberî partiya me dewam dike û alîkariya xezîneyê bi zexta bloka desthilatdariyê hatiye rawestandin, me biryar da ku hevdîtinê bi rêveberiya AKP'ê re li ser pêşniyara guhertina destûra bingehîn neke. Ji ber vê yekê me bersiveke erênî neda daxwaza hevdîtinê. Em hewldanên diyalogê yên Rêveberiya Koma AKP'ê neyînî nabînin. Lê belê ji ber polîtîkayên desthilatdariyê yên li hemberî me, bingeha hevdîtineke bi vî rengî ji holê hatiye r-rakirin."