Olûç: Li girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê rewş giran e!

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku li girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê zextên giran li ser mafên girtiyan tê kirin.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê da û xwest bi girtiyên ji Girtîgeha Kirikkaleyê sirgunî Girtîgehên Tîpa T a û Nimreya 1 û 2’an a Sîncanê bûne, bi girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Nimreya 3’an a Şakrana Îzmîrê û bi girtiyên Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê hevdîtin were kirin.

Di serlêdanê de hate diyarkirin piştî Rewşa Awarte ya di 20’ê Tîrmeha 2016’an de li girtîgehan zext zêdetir bûne û got “Li ser girtiyên ji Girtîgeha Kirikkalê sirgunî Girtîgeha Sîncana Enqereyê bûne, zextên mezin heye. Li ser girtiyan lêgerîna tazî tê ferzkirin, mafê wan ê kantîn û revîrê tê binpêkirin, li hucreyên yekkesî tên tecrîdkirin, gardiyan her şev digirin ser qawîşan, êşkenceyên fîzîkî û psîkolojîk li ser girtiyan tê kirin.

Olûç diyar kir li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê jî mafên girtiyan tê binpêkirin û got “Bi hinceta pandemiyê xebatên civakî, çandî û sportîf hatine qedexekirin, îzolasyon û qedexe zêde bûne, mafê revîrê tê astengkirin, pêdivî bi tenê ji kantînê tê stendin û fiyeta wê jî gelekî zêde ye, xwarin kêm û ne paqij e, heqê av û elektrîkê ji girtiyan tê stendin.”

Di serlêdanê de ya ji Serokatiya Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê hatiye kirin, tê xwestin ku komîsyon bi lezgînî biçe girtîgehên ku maf lê tên binpêkirin.”