Olûç: Li Îmraliyê sûcê li dijî mirovahiyê heye

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bal kişand ser qedexeya hevdîtinan a li Îmraliyê û got, "Dawî li vî sûcê li dijî mirovahiyê bîne."

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist û bi taybetî bal kişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê.

Olûç nerazîbûn nîşanî qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ya 6 mehan û qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya 3 mehan da û got, "Li Îmraliyê tecrîdeke giran heye. Ji Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nêzî 8 meh in ti agahî nayê girtin. Destûr nayê dayin ku malbat biçin serdanê. Destûra hevdîtina parêzeran nayê dayin. Herî dawî di 25'ê Adara 2020'î de Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî bû û ew axaftin jî nîvco hatibû hiştin. Ji hingî ve agahî nayê girtin. Tenduristiya wî çawa ye, pirsgirêkek heye yan na? Serlêdana parêzeran her carê tê redkirin. Rayedar bêyî ku daxuyaniyê bidin hevdîtinê qedexe dikin. Parêzer doh nû hîn bûn. Di mehên Cotmeh û Tebaxê de 2 cezayên qedexekirina hevdîtinan ên ji bo 3 meh û 6 mehan hatiye birîn. Çima? Çi bû ku hate qedexekirin. Sala derbasbûyî meha Îlonê 6 mehan hevdîtin hatibû qedexekirin. Sedema wê jî ew bû ku nexşerê ji bo parêznameya xwe ya ji bo Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê amade kiribû."

Sarûha Olûç destnîşan kir ku li Îmraliyê kêfiyet, bêhiqûqî di asta herî bilind de ye û got, "Berê digotin ku keştî xera bûye, niha jî qedexeya hevdîtinan xistine şûna wê hincetê. Em careke din bang li Wezareta Edaletê dikin. Ev helwesta li dijî hiqûqa neteweyî û navneteweyî divê tavilê bê terikandin. Wezîrê Edaletê jî, aqlê dewletê jî bi vê zane. Hêviya xwe danîne ser qedexeya hevdîtinê. Tiştekî bi vî rengî nayê qebûlkirin. Rewşeke li dijî mirovahiyê û li dijî hiqûqê ye. Guh nadin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, CPT di vê mijarê de dibêje ku divê gav bê avêtin, lê desthilatdarî guh nade. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî rapora CPT bang dike, lê guh nadin. Ev rewş nayê qebûlkirin. Hevdîtina bi parêzeran û malbatê re mafekî gerdûnî ye. Em careke din bang dikin; dawî li vê bêhiqûqiyê bînin. Dawî li vî sûcê li dijî mirovahiyê bînin."