Olûç: Hevdîtinên li Îmraliyê divê tavilê dest pê bikin

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç diyar kir ku mijara Îmraliyê nabe ku bi hesabên biçûk ên hilbijartinê bê nirxandin û got, divê tavilê hevdîtin dest pê bikin.

Ji 18'ê Hezîranê ve parêzerên Ocalan 10 car in serlêdanê dikin, lê belê nikarin biçin dîtina Ocalan. Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç bal kişand ser mijarê û diyar kir, nabe ku tecrîd careke din bikeve rojevê.

Olûç destnîşan kir, HDP ji destpêkê ve diyar dike ku tecrîda li Îmraliyê hiqûqî nîne û got, "Mijdara Îmraliyê ne mijareke ku bi hesabên biçûk ên hilbijartinê bê nirxandin an jî bikaranîn." Olûç got, ew li bendê ne ku desthilatdarî bi vê cidiyetê nêzî mijarê bibe.

Olûç bi bîr xist ku mafê Ocalan e parêzer û malbata xwe bibîne û xwest, tavilê mafê wî bi rêk û pêk pêşkêşî wî bê kirin. Olûç bal kişand ser girîngiya Ocalan ji bo demokrasiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd û got, "Di hevdîtinên dawî de jî careke din hate dîtin ku Birêz Ocalan ji bo demokrasiya li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd aktorekî çiqasî girîng e. Ji ber vê yekê pêkhatina hevdîtinan hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê hiqûqî ve gelekî girîng e."

Olûç destnîşan kir, ew hewl didin xeta rêya sêyemîn a ku Ocalan destnîşan kir pêk bînin û ji bo vê jî giraniyê didin avakirina destûra bingehîn a demokratîk.

Olûç her wiha Şoreşa Rojava nirxand ku gef û êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî şoreşê zêde bûne û got, "Şoreşa Rojava rêya me hemûyan ronî kir, hem jî daxwaza me ya têkoşînê mezin kir."