Oluç: HDP soza berxwedana birûmet e

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç ê di serdana gel a li Bûrsa ya HDP’ê ya çarçoveya kampanya ‘HDP’î ne li her derê ne’ de axivî, diyar kir ku xebat bi coş tê kirin û got: “HDP soza berxwedanê ya birûmet e. Nayê girtin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya "Em HDP'î ne, li her derî ne" de li navçea Yildirim, Gursû û Osmangazî yên Bûrsayê esnaf û gel ziyaret kirin.

HDP'î bi tevlîbûna Serokwekîlê Koma HDP'ê û Endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ferhat Encu ewilî li avahiya partiyê ya navçeya Yildirimê civîneke gel çêkirin. Piştî civînê Olûç û heyeta pêre, li navçeya Yildirim, Gursî û Osmangaziyê hevdîtin bi esnaf û gel re kirin. Heyet li her derî bi dirûşmeya "HDP hêvî ye, hêvî li ser pêya ye" hat pêşwazîkirin.

Piştî serdana esnaf û gel, li Parka Mevlana ya Osmangaziyê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de ewilî Ferhat Encu axivî. Encu, bal kişand ser zext û zoriyên li ser partiya wan û bilêv kir ku ji ber van êrîş û zextan ev kampanya dane destpêkirin. Encu bal kişand ser girîngiya hevdîtina bi gel re jî û bilêv kir ku bajar bi bajar, kuçe bi kuçe xebatên xwe dimeşînin. Encu got: "Em ê bi hev re aştî û azadiyê bînin", destnîşan kir ku wê bi piştgiriyya gel êrîşên li ser partiya wan pûç bibin.

Piştre Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç axivî. Olûç, di warê kampanyayê de gel û esnaf agahdar kirin û bal kişand ser girîngiya kampanyayê ya di warê rêxistinbûyînê de. Olûç diyar kir ku wê kampanyaya wan heta dawiya havînê bidome û wê di dawiya van xebatan de deklerasyonekê aşkere bikin.  

Olûç bilêv kir ku kuçe bi kuçe li bajêr geriyane û got: "Em li hemû kuçeyên bajêr geriyan. Me dît ku HDP, ne ew partî ye ku deriyê wê bê qufilkirin. HDP, gel e. HDP, gotina berxwedana bi rûmet a gelê Kurd e. Fîkriyata hatina cem hev a gelên Tirkiyeyê ye. Nayê girtin."

Olûç, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û got: "Birêz Ocalan ji bo aştiyê têdikoşe." Olûç Peymana Dolmabahçeyê bibîr xist û diyar kir ku desthilatê ev peyman qebûl nekiriye. Olûç, gotina Ocalan a derbarê meseleya Kurdî ku di hevdîtina dawî ya bi parêzeran re gotibû; ‘Ez ê di hefteyekê de çareser bikim’ bibîr xist û got: "Ji wê rojê heya niha tecrîda mutleq didome, bi destê vê îqtidarê. Nexwe, ev desthilat aştiyê naxwaze. Heya aştî çêbibe, em di gotina xwe de bibriyar in. Em ê di aştî, azadî û demokrasiyê de bi ser bikevin. Serkeftin ji bo her kesî."