Olûç: Em ê sibê ji bo rêya sêyemîn û tifaqa wê kom bibin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç diyar kir ku wê sibê li Enqereyê bi gelek partiyên siyasî re li ser rêya sêyemîn û lêgerîna tifaqê hevdîtinekê bikin.

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç di daxuyaniya çapemeniyê de ya ku li meclîsê hate lidarxistin, rojev nirxandin.

Di axaftina Olûç de ev tişt derketin pêş: “Ev desthilatdarî bûdçeya bi baca ji xwarin, benzîn, mazot, elektrîk û gaza xwezayî, ji bo çi xerc dike? Ji bo budçeya 2022’an bi qasî 220 milyar TL wê baca OTV’ê bi dest bixin lê ji bo alîgir û çeteyan jî wê 335 milyar TL bacê efû bikin. Ango wê 220 milyar Tlyan ji gel kom bikin, hinek pereyan têxin ser û 335 milyar TL wekî mûafiyeta baca alîgirên xwe bi kar bînin. Em dixwazin OTV were rakirin.

Em ê li Desteya Giştî jî rexneyên xwe dîsa bikin. Meaşê kesên teqawitbûyî wê bibe 2500 TL û ev jî li gorî me gaveke gelekî kêm e. Divê meaşê herî hindik ên kesên teqawitbûyî bibe 4200 TL.”

CIVÎNA RÊYA SÊYEMÎN

Olûç pirsên rojnamegeran bersiv û derbarê civîna sibê jî ev tişt got “Sibê civîneke me heye. Wê 8 partiyên siyasî û HDP rûnên û wê rojeva Tirkiyeyê were nîqaşkirin. Wê têkoşîna li hemberî pirsgirêkên polîtîkaya aboriyê û kêmasiyên demokrasiyê werin nîqaşkirin. Di heman demê de wê hilbijartina di sala 2023’an de jî were nîqaşkirin. Em ê hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê nîqaş bikin.

Derbarê rêya sêyemîn û lêgerîna tifaqê jî wê nîqaş were kirin. Partiyên di nav tifaqa milletê de wê tevlî vê civînê nebin.”