Ok: Divê em çanda dengbêjan bi pêş ve bibin

Oldar û hunermenda Şaban Ok, qedîseyên bi Kurdî yên li dêran tên gotin, di albûmên bi navê "Awazên Kurdên Xiristiyan 1 û 2" de li hev kom kir. Ok li dijî tekperestiya ku tê ferzkirin, çand û rengên cuda ji nû ve tevlî nava jiyanê dike.

Şaban Ok ê 55 salî ku Kurdekî Xiristiyan ê ji Amedê ye, hem li dêran weke wezîfedarê olî dixebite, hem jî çanda xwe dike huner. Ok qesîdeyên Kurdî yên li dêran dixwîne, di albûmên xwe yên bi navê "Awazên Kurdên Xiristiyan 1 û 2" berhev kiriye. Qala zor û zehmetiya Kurdbûn û Xiristiyanbûna li Tirkiyeyê kir.

Şaban Ok ku demeke dirêj li Amedê li dêrê wezîfedarê olî bû, bi baweriya ku her kes divê bi zimanê xwe yê dayikê îbadeta xwe bike, beriya 7 salan dest bi gotina qesîdeyên bi Kurdî kir. Ok bi navê Yekîtiya Dêrên Ewropayê çû warê mozaîka gelan Rojava û jiyana li wir tê hûnandin lêkolîn kir. Ok bi salan alîkarî da civaka Êzidî jî ku ji ber êrişên DAÎŞ'ê neçar ma ji Şengalê koç bikin.

Li ser zor û zehmetiyên Kurdbûn û Xiristiyanbûna li Tirkiyeyê, Ok diyar dike ku Xiristiyanî li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji aliyê rêveberiya hemûyan ve tê biçûkxistin.

BIRÎNA DEMA ZAROKATIYÊ

Ok anî ziman ku li Tirkiyeyê, her wiha li welatên din ên Îslamê têkildarî Xiristiyanan têgihiştineke nebaş hatiye afirandin û got, "Ji dema ku Komara Tirkiyeyê ava bû û pê ve neteweperestiyeke ji fikrê yek tîp, yek nêrîn li nava civaka Tirk hate belavkirin. Ji ber mixabin yekîtî, hevretî çênebû. Di mijara mafên mirovan, gerdûnîbûnê de mirov nehatin zanekirin. Li Tirkiyeyê ti carî feraseteke demokrasiyê ya pêşketî çênebû û vê yekê bandora herî neyînî li Kurdan kir. Dema ku tu Kurd be û di ser re Xiristiyan be, êdî bi xwe bifikirin bê nêzîkatiyeke çawa tê nîşandan.

Timî dibêjim; herhal em li erdnîgariyeke şaş ji dayik bûn û mezin bûn. Bûyerek ku di zarokatiyê de bi serê min ve hat qet ji bîra min naçe. Wê wextê çend sal di ser operasyona Qibrisê re derbas bûbûn. Me li navçeya Baglar a Amedê bi gogê dilîst. Goga me çû ber nuqteya leşkeriyê ku li kolanê nobed digirtin. Ez wê demê 9 salî bûm. Dema min ji leşker pirsî 'Keko tu dikare goga me bide?' wî ev bersiv da: 'Bêguman ez bidim'. Lê rahişt kêrekî, pê gog teqand û piştre avêt ber min. Wê rojê travmayeke mezin hate serê min."

'AMED BAJARÊ JI RENGÊN CUDA BÛ'

Ok diyar kir ku ji ber polîtîkayên dervehiştinê Amed gelekî guheriye û got, "Amed berê bajarekî ji rengên cuda bû ku Suryan, Ermen, Yahûdî, Xiristiyan, Misilman bi hev re lê diman. Mixabin di vê demê de tenê hin bermahî ji wan mane. Ji ber ku ya hatin kuştin, ya jî hatin sirgûnkirin."

'OL BI DESTÊ TERÎQAT Û ŞÊXAN PÊŞKÊŞÎ MIROVAN TÊ KIRIN'

Ok diyar kir ku divê bê pirsîn, çima mirov ewqasî ji Xwedê ditirsin û got, "Mirov çima ji Xwedê ditirse? Ev pirs girîng e. Ji ber ku wî weke efendî dibînin, xwe jî li pêşberî wî weke kole dibînin. Xwe ti carî xwe hêjayî wî nabînin. Ya rast, ji bîr dikin ku Xwedê hezkirin e û em jî bi vê armancê afirandiye. Em weke zarokên Xwedê hatine afirandin, ne ji bo bibin kole. Ji ber vê yekê cîhan ji hezkirina Xwedê dûr dijî."

Ok ragihand ku di vê demê de hewl tê dayin, her tişt weke pût bê nîşandan û destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn bi taybetî ol bi destê bazirganên olê, terîqatan û şêxan pêşkêşî civakan tê kirin. Ok got, "Halbûkî têkiliya bi Xwedê re bi temamî xwe dispêre hezkirinê."

AWAZA BI ZIMANÊ XWE

Ok diyar kir ku Xwedê jî dixwaze her netewe bi zimanê xwe awazên xwe jê re bêje û got, "Dema ku ez bi zimanekî ku pê nizanim duayê bikim, ez ji xwe fêhm nakim, wê Xwedê çawa ji min fêhm bike? Ji ber vê yekê em bi zimanê xwe, ji dil, bi hesta ji ruhê xwe îbadetê jê re dikin. Îro bi heman rengî li gelek deveran gelek dêr hene ku îbadeta bi Kurdî lê tê kirin.

Ya rast rêbazeke duayan nîne. Ji ber ku her tişt mîna qalibekî datînin ber me, bi vî rengî tê kirin. Halbûkî rêbazeke duayan tune. Hûn çi ji dilê we tê ji Xwedê re dibêjin."

MIROV DIKARE BIBE WEKE HÎTLER, YA JÎ BIBE WEKE GANDHÎ

Ok destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe ya li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, zext û tekperestiyê bidomîne û anî ziman ku ji bo bedewkirina cîhanê wê bi çand, reng û awazan, bi duayan û hunerê hewldanên xwe bidomîne. Ok bi bîr xist ku rêveberî hemû demkî ne û diyar kir, heta niha gelek serdest û şaristanî hatin û çûn, lê ya girîng ew ku mirov şopeke baş li dîrokê bihêlin.

Ok got, "Eger hûn şopeke baş li dîrokê bihêlin, hûn ê bi başî bên bîranîn. Lê eger hûn şopeke nebaş bihêlin, mîrateke mîna felaketê bihêlin, hingî hûnê bi nebaşî bên bîranîn. Mirov dikare mîna Hîtler bê bîranîn, lê dikare berevajî jî, mîna Gandhî bê bîranîn."

'DIVÊ EM XWEDÎ LI ÇAND Û ZIMANÊ XWE DERKEVIN'

Ok ragihand ku divê mirov ti carî hêviya xwe ya ji bo paşerojê winda nekin û got, "Ez bawer im ku em ê bi ser bikevin; eger emrê me têrê neke jî wê nifşên pêş, zarokên me karibin hîn bi rengekî azad biqîrin û azadiyê xurt bikin. Di dawiya dawî de em ê bi ser bikevin. Ji ber ku ti civak nîne ku têkoşiya be lê bi ser neketibe. Em ji bo vê yekê stranên xwe amade dikin, hewl didin mîrateyekê ji gelê xwe re bihêlin."

Ok diyar kir, gelekî ku çanda xwe nebe, tune dibe û bang li her kesî kir ku xwedî li çand û zimanê xwe derkeve. Ok got, "Em, bûyerên berê qewimîne ji klamên dengbêjan hîn dibin. Divê em vê alî ji niha û pê ve bi pêş ve bibin. Lewma dibêjim; bi taybetî Kurd û rewşenbîrên Kurdan bila xwedî li çand û zimanê xwe derkevin. Divê em teqez xwedî li çand û zimanê xwe derkevin."