Sabrî Ok: Cihê dagirkeriya Tirk li Bakurê Sûriyeyê nîne

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok destnîşan kir ku nabe dagirkeriya Tirk li ser bihosteke axa Efrînê û Bakurê Sûriyeyê bimîne û got, ji bilî derxistina dagirkeriyê ji nava axa Bakurê Sûriyeyê, gelê Efrînê ti çareseriyê qebûl nake.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok berxwedana serdemê ya li Efrînê ku 25 roj in li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, ji ANHA'yê re nirxand.

Ok diyar kir ku plana dewleta Tirk a dagirker ew bû ku di nava çend saetan an jî çend rojan de Efrînê dagir bike, lê ev plan hatiye şikandin û got, "Bi sedan leşkerên wan mirine. Bi dehan tank û helîkopterên wan hatin îmhakirin. Gelê Efrînê bi rastî jî destan nivîsand, xwedî li ax û rûmeta xwe derket."

Sabrî Ok destnîşan kir ku YPG û YPJ'ê bi rengekî ku hêjayî dîroka xwe be bi rûmet bersiv dan dagirkeriyê, li ber xwe didin û işaret bi helwesta gelên Bakurê Sûriyeyê kir: "Gelên Bakurê Sûriyeyê; Kurd, Ereb, Xiristiyan, Çerkez, Çeçen, Tirkmen hemûyan îradeya xwe kirin yek û bi deh hezaran herikîn Efrînê. Wê hê jî biherikin. Ev helwesta gelên Bakurê Sûriyeyê ku xwe li dijî êrîş û bomberdûmanê kirine mertal, bi rastî jî tiştê herî dîrokî ye. Berxwedan bi vî rengî dibe. Paşeroja demokratîk a gelên Sûriyeyê bi vî rengî pêkan e. Berxwedena Efrînê li hemberî hovîtî û dagirkeriya dewleta Tirkiyê li ser raya giştî û mirovahiyê her ku diçe bandor dike. Mirovahi radibe ser piyan û raya giştî dengê xwe bilind dike, dewletên herêmê û navneteweyî jî neçar dimînin ku vê rastiyê bidin berçavan. Bi sedan ciwanên Kurd û enternasyonal rojane berê xwe didin Efrînê. Tiştê ku mirov dikare îro bêje ev e: "Dagirkerî têk çû îradeya gelên demokratîk û berxwedanê taybet berxwedana gelê me Efrînê qezenc kiriye."

Ok diyar kir ku encama vê berxwedanê bê mûhteşem be û got, "Ev berxwedan heta dawiyê ew ê dewam bike. Encamê vê berxwadanê jî ew ê muhteşem be. Yên ku têk biçin hêzên dagirker ên dewleta Tirkiyê ne. Eger îro şûnde hinek plan û zext li ser îradeya YPG, YPJ, gelê Efrînê û gelên bakurê Sûriyê hebe weke mayîndebûna dewleta dagirker a Tirkiyê li ser Sûriyê yan jî tiştekî ku xizmeta wê bike weke herêmên ewlekariyê ew ê tu caran û qet neyê qebûlkirin. Dagirkerî yek bihost jî ew ê li ser axa Efrînê û bakurê Sûriyê nemîne. Eger hêzên navneteweyî ku xwe li ser pirsgirêkên Sûriyê xwedî rol dibînin ew ê bixwazibin berpirsyariya xwe pêk bînin pêwîst e hêza xwe li gorî heqîqet û çareseriyek demokratîk pêk bînin. Rêya vê yekê jî redkirina dagirkeriyê ye, helwest bê diyarkirin û hêzên dagirkeriyê bila ji axa Efrînê derkevin. Derveyî vê tu rê û rêbazên çareseriyê ji aliyê gelê Efrînê, YPG û YPJ’ê ve ew ê neyê qebûlkirin."

Sabrî Ok bal kişand ser girîngiya dewamkirina berxwedanê û got, "YPG, YPJ jî bêguman teqtîkên eskerî bi şewazê herî xurt û xuliqkarî, bi ruhekî fedaî û encamgirtî pêk bîne. Lê lingê din ê berxwedanê yê herî girîng helwesta civakê ye. Civaka me ku heta niha destan nivîsî, yek gav paşde neavêt, li ber xwe da û axa xwe terk nekir eynî ruh û helwesta xwe heta dawiyê israr bike. Girîngiya têkoşîna dîplomatîk û xebatên ragihandinê jî tê zanîn û divê li gorî kar û xebat bê kirin.

Îro roja 25’an a berxwedana Efrînê ye. Dibe ku dagirkerî rojek zûtir bişikê û serketina Efrînê nêz be. Lê dibe ku ev êrîş û berxwedan demdirêj dewam bike, lê dîsa serkeftin a Efrînê û hemû gelên berxwedêr e."