OHD û TUAY-DER'ê xwestin ku li hemû girtîgehan lêkolîn were kirin

OHD'ê û TUAY-DER'ê Imralî jî di nav de xwestin ku şandeyeke serbixwe li girtîgehan lêkolînê bikin.

Komeleya Malbatên Girtî û Cexwazariyan û Piştevaniyê ya Amedê (TUAY-DER) û  Şûbeya Amedê ya Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) têkilî rewşa girtiyan rapor aşkere kirin.

Endama Komîsyona Girtîgehan a OHD'ê ya Şûbeya Amedê Adîle Salman diyar kir AK-MHP pêvajoya Kovîd-12'ê ji xwe re kiriye fersend ku li girtîgehan mafan bnipê bike û li hemû girtîgehan tecrîdê li ser girtiyan deyn.

Salman her wha helwest nîşan da ku bi navê 'Reforma Darazê' rayeya rêveberiya girtîgehan hatiye xurtkirin.

Salman rewşagirtiyên nexweş bi bîr xist û got di Yasaya Înfazê de ji guhartinên 'efûya qismî' nahêlin ku girtiyên siyasî sûd werbigirin.

Salman got bi rêvebernameya nû bi astengkirina berdana girtiyan rêgeza wekheviyê, mafê jiyanê yê gritan, mafê azadî û ewlehiyê û azadiyê ya girtiyan hatiye binpêkirin û di encamê de van 2 heftiyên dawî 5 girtî û di meha dawî de 8 girtiyan jiyan axwe ji dest daye.

Salman bi berdewamî xwsest ku dawî li binpêkirina mafên girtiyan were û bang li Wezareta Dadê ya Tirk, saziyên hiqûqê yên navnetewî û mafê mirovan kir ji bo ku dawî li binpêkirina mafên girtiyan were tevbigerin.

Salman her wiha diyar kir meha Mijdar û Kanûnê serdana girtîgehên Amed, Xarpêt, Elbîstanê kirine û binpêkirina mafan rapor kirine.

Salman bi berdewamî got li van girtîgehên navborî girtiyan diyar kiriye aktivîteyên civakî hatine qedexekirin, li ser girtiyan tecrîd hatiye danîn, kamera li koxuşan hatine danîn, li koxuşan li qadên taybet jî dinerin, mafê tedawiyê tê astengkirin, girtiyên ku dibin nexweşxanê bi hinceta kovîdê dixin karantînayê û dema karantînayê bi rengekî kêfî tê dirêjkirin, 10-15 qerdiyan bi hev re bi ser koxuşan de digirin, tiştên taybet ên girtiyan tevlîhev dikin, bi saetan vê lêgerînê didomînin, bi rengekî kêfî cezayê disîplînê li girtiyan dibirin û wan sirgûn dikin.

OHD'ê û TUAY-DER'ê xwestin şandeyeke serbixwe ya ji hiqûqnas, nûnerên rêxistinên mafê mirovan û hikûmetê pêk tê, Imralî jî di nav de serdana girtîgehan bikin bê ka tevdîrên li girtîgehên Tirkiyê li gorî standartan in an na û raya giştî agahdar bikin û girtiyên nexweş ku di nav koma birîsk de ne werin berdan, dawî li êşkence û tehdeyê were, derheqê berpirsên ku derî hiqûqê tevdigerin lêpirsîn were destpêkirin. 

Herî dawî bang li Wezareta Dadê ya Tirk û Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê hate kirin ku li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan bi peywira xwe rabin.