'Ocalan yekane kes e ku dikare rêya xitimandî veke'

Hevserokê ÎHD'ê yê Êlihê Devran Yildiz ragihand ku Tirkiye ji ber polîtîkayên şer hem li hundir hem jî li derve xitimiye û destnîşan kir, ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan yekane kese ku vê rewşa xitimandî ji holê rake.

Ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re nayên çêkirin. Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxê Êlihê Devran Yildiz pergala tecrîdê ya li Îmraliyê nirxand.
 
‘AŞTIYA TIRKIYEYÊ TÊ TECRÎD KIRIN’

Yildiz anî ziman ku tecrîd ji roja ku Ocalan anîne Tirkiyeyê heta niha bi aweyek sîstematîk berdewam dike. Yildiz destnîşan kir ku Girtîgeha Îmraliyê derqanûnên Tirkiyeyê tê birêvebirin, ev binpêkirin her ku diçe zêde dibe û wiha axivî: “Tirkiyeyê Girtîgeha Îmraliyê ji bo polîtîlkayên xwe yên hundurîn kir amûrek. Li Girtîgeha Îmraliyê, Tirkiye li gor hiqûqa xwe ya navxweyî tevnagere. Ji ber ku di hiqûqa wê de diyar e wê hikumxwar li gor kîjan pîvanan hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzeran re çêbikin. Lê vê yekê nake. Polîtîkayên hikûmetê yên li Îmraliyê binpêkirina mafê mirovan e. Ev binpêkirina mafan jî li dijî aştiya Tirkiyê tê meşandin. Birêz Ocalan klîda aştî û aramiya Tirkiyeyê ye. Tecrîdkirina Birêz Ocalan bandorê li ser girtîgehên din yê Tirkiyeyê dike. Her ku diçe ev tecrîd li tevahiya welat belav dibe.”

‘GAVA HEVDÎTIN PÊK NAYÊ AGIRÊ ŞER GUR DIBE’

Yildiz da zanîn ku gava li Îmraliyê hevdîtin pêk dihatin li Tirkiyeyê rêyên demokratîk vebûbûn û bangawaziyên Ocalan ên ji bo rawestandina şer û pêşniyarên wî ji aliyê raya giştî ve bi erênî hatibûn pêşwazîkirin. Yildiz bilêv kir ku gava hevdîtin bi Ocalan re nayên çêkirin jî polîtîkayên şer dikevin dewrê de û wiha pê de çû: “Dema tecrîd li ser Birêz Ocalan kûr dibe, êrîşên li ser Kurdan jî dijwar dibe. Êrîşên li ser Rojava berdewam dikin. Gelek şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin. Pêla binçavkirin û girtê zêdeye. Sedema bingehîn ya tecrîdê jî şer e. Hikûmet bi rêbazên şer dixwaze alîgirên aştiyê têk bibe. Ez weke parêzvanê mafê mirovan ji vê yekê bawer dikim. Çi dibe bila bibe dê rojek alîgirê aştiyê şerxwazan têk bibe. Bi polîtîkayên şer e Tirkiye tenê maye û li derdora Tirkiyeyê tu kes nameye. Tirkiye bi vê êrîşa dagirkirinê di hundir û ji derve re xitimiye. Tenê kesê bikare rêya vê xitimandinê veke jî Birêz Ocalan e. Riya aştiyê di Greva Îmraliyê re derbaz dibe. Gava tecrîd ji holê rabe jî dê pêngava herî girîng û pêşî bê avêtin.”  

‘CPT ROLA XWE NALÎZE’ 
 
Yildiz got ku divê dest ji polîtîkayên şer bê berdan û qenalên demokratîk têkevin dewrê û nirxên hiqûqî yên gerdûnî bên parastin û ev tişt got: “Divê biryara qedexekirinê ji holê bê rakirin. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, Peymana Mafên medenî û Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî û sererastkirinên di hiqûqa Tirkiyeyê de bi temamî tecrîd qedexe kirine. Berî grevên birçîbûnê biqedin bi çend rojan Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ay Ewropayê (CPT) çû Îmraliyê û di wê demê de Wezareta Dadê jî daxuyand ku qedexeya li ber hevdîtina bi parêzeran û malbatê re hatiye rakirin. CPT bi dewletan re tevdigere. Ji ber ku dewlet dizene wê CPT were lêkolîna bike û li gorî wê dikeve dewrê. Berî demekê CPT hate Êlihê jî agahiya hemû saziyan ji hatina wan hebû, lê belê tenê em jê ne agahdar bûn. CPT carna hevdîtina dike lê belê rapora xwe aşkera nake. CPT, di warê amadekirina raporê û helwesta xwe de qles e û rola xwe bi cih nayne. Ji ber ku CPT rola xwe bi cih nayne. Tu kes ji bê alîbûna wê ne bawere.”